Romannivîs û senarîstê Sûrî Xalid Xelîfe koça dawiyê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Romannivîs û senarîstê Sûrî Xalid Xelîfe şeva borî li Şamê di temenê 59 saliyê koça dawiyê kir.

Xalid Xelîfe di sala 1964’an de li gundê Orim El-Suxra yê ser bi Helebê ve jidayîk bûye û di sala 1988’an de bawernameya yasayê ji zanîngeha Helebê wergirtiye.

Şeş romanên Xalid Xelîfe hene: “Pasewanê Xapînê – 1993”, “Defterên Qereçiyan – 2000” û “Pesnê Nefretê 2006” ku gihîştibû lîsteya kurt a Xelata Booker a Erebî.

Herwiha “Ti Kêr Li Aşpêjxaneya Vî Bajarî Tune Ne - 2013”, ku di lîsteya dirêj a Xelata Bookerê hatibû hilbijartin û Xelata Necîb Mehfûz sala 2013an wergirtibû.

“Mirin Karekî Zehmet e – 2016” û “Kesî Li Ser Wan Nimêj Nekir – 2019”, ku ji bo Xelata Bookerê hatibû hilbijartin û herweha “Bazek Li Ser Maseya Li Teniştê” jî ji pirtûkên wî ne.

Di heman demê de çend rêzefîlmên wî yên televizyonî hene, di nav wan de “Jînenîgariya Malbata Al-Celalî -1999”, “Siya Jinekê – 2007”, “Aramiya Rêjeyî – 2009” û “Kirîv - Li Binê kemberê -2016”.