Komîteya lêkolînê ya şewata Hemdaniyê: Agir ji ber yariyên agirî bi holê ket

Navenda Nûçeyan (K24) – Komîteya Lêkolînê ya Wezareta Navxwe ya Iraqê îro encamên lêkolînên xwe yên derbarê bûyera şewata Hemdaniyê de eşkere kirin.

Şêwirmendê Wezîrê Navxwe yê Iraqê Lîwa Kazim Selman Buhan di konferanseke rojnamevanî de diyar kir, ji lêkolînan diyar bû ku bûyer ji ber yariyên agirî derketiye.

Amaje bi wê kir: “Ji ber ku li binbanê holê sandwich panel û madeyên din ên plastîk hebûn, agir zû pê ket û hilweşiya.”

Lîwa Kazim got jî: Hol bi qumaşê saten hatibû xemilandin ku zû agir pê dikeve, herwiha di holê de gelek vexwarinên alkolî hebûn.

Şêwirmendê Wezîrê Navxwe yê Iraqê got jî, li wê holê dereyekî taybet ê bi bûyeran û derçûnê tune bû.

Li gorî lêkolînên komîtê, ji ber yariyên agirî ku bilindiya wan 4 metreyan bilind bûye, binbanê holê şewitiye.

Derengê şeva 26ê Îlona 2023an, li qezaya Hemdaniyê ya li parêzgeha Neynewayê di merasîma dawetê de şewat derket, di encamê de jî zêdeyî 100 kesî canê xwe ji dest dan û bi sedan kes jî birîndar bûn.

Vê bûyerê li ser asta Iraq û cîhanê karvedanên mezin li pişt xwe anîn û kesûkarê qurbaniyan daxwaz dikin ku her kesê berpirs were dadgehkirin.