HSD: Li Dêrazorê çekdarekî DAIŞê hat kuştin û 2 çekdar jî hatin girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî, 2 çekdarên DAIŞê desteser dike û çekdarekî din dikuje.

Navenda Ragihandinê ya HSDê di daxuyaniyekê de ragihand, Yekîneyên Dije-Terorê (YAT) ya ser bi HSDê ve û bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî roja 30î Îlonê operasyonek li dijî şaneyeke DAIŞê li bajarokê Mergede yê li bakurê Dêrazorê kir.

Diyar kir, di encama operasyonê de, 2 çekdarên DAIŞê hatin girtin û çekdarekî din ku hewla revînê da, ji aliyê hêzên HSDê ve hat kuştin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, wê şaneya terorist çekdar û cebilxane didan DAIŞ û endamên DAIŞ′ê direvandin da ku kiryarên terorî pêk bînin, saziyên sivîl û yên xizmetguzariyê û endamên HSDê bikin armanc û aramî û ewlehiya herêmê têk bibin.

Herwiha ragihand, di operasyonê de hejmarek çek û amûrên leşkerî yên ku li cem şaneyê bûn, hatin desteserkirin.