Li Hewlêrê rojbûna Gandî û serxwebûna Hindistanê tên bibîranîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi amadebûna Parêzgarê Xoşnaw û Konsulê Giştî yê Hindistanê li Hewlêrê Madan Gopal, îro bi boneya salvegera 154emîn a jidayikbûna Mahatma Gandî û 77emîn salvegera serxwebûna Hindistanê, tacegul li ber peykerê Mahatma Gandî ya li parka Şehîd Samî Ebdulrehman hatin danîn.

Parêzgarê Hewlêrê Hewlêrê Omîd di gotarekê de ji bilî pîrozbahîkirina li gel, hikûmet û Konsulxaneya Hindistanê li Hewlêrê, tekezî li ser hevahengiya di navbera Herêma Kurdistanê û Hindistanê de û pêşxistina pêwendiyên di navbera Parêzgeha Hewlêrê û Konsulxaneya Hindistanê de kir, ji bo xizmetkirina welatiyên her du aliyan.

Omîd Xoşnaw got, hebûna peykerê Gandî li parka şehîd Samî Ebdulrehman, wateyeke wê ya mezin heye ji bo pêwendiya bihêz a di navbera Herêma Kurdistanê û Hindistanê de.

Roja 17/9/2019, bi boneya bîranîna serxwebûna Hindistanê û 150 saliya jidayikbûna Gandî, peykerê Gandî li parka şehîd Samî Ebdulrehman a Hewlêrê hate danîn.

Mohandas Karamchand, yan Mahatma Gandî (1869-1948) yek ji mezintirîn serkirdeyên siyasî yên sedsala 20an bû ku bi awayekî dûr ji tundûtûj Hindistanê ji bin desthilata Brîtanîyayê rizgar kir. Hindî jî Gandî wek bavê xwe yê netewî dizanin.