Kardînal Luîs Sako: Sedema trajediya Hamdaniyê ne yariyên agirîn e, destek li pişt bû

Navenda Nûçeyan (K24) – Patriyarkê Dêra Katolîk a Kildaniyan li Iraq û Cîhanê Kardînal Luîs Sako dibêje, sedema karesata Hemdaniyê ne yariyên agirîn bû, belkû destek li pişt wê ye û bi mebest ev karesat kiriye.

Kardînal Luîs Sako di daxuyaniya xwe de ku li malpera fermî ya Patrîyarkê Keldaniyan hat belavkirin, tê de got: “Kesê li pişt bûyera Hemdaniyê ye, wijdan û exlaqê xwe ji bo ecindeyeke diyarkirî firotiye.”

Dêra Katolîk a Kildaniyan dibêje: “Berê jî gelek ahengên din li wê holê hatibûn kirin, çima bûyerek wiha pêk nehatibû?”

Herwiha ragihand, “Li hember trajediya ku hatiye serê Xiristiyanan, divê tawanbarên rast bên lêkolînkirin û doz neyê sîyasetkirin.”

Herwiha daxwaz kir ku lêpirsîn bi "tawanbarên rastîn" bê siyasetkirin, bê kirin, ew jî wek rêzgirtinekê ji şehîdan re û ta ku Xirîstiyanî û Îraqî piştrast bibin ku dadmendî heye û ew ê bigihin mafên xwe.”

Kardînal Luîs Sako got jî: “Her kes dizane ku gendelî laşê welat wêran kiriye û hinek milîs ne ji Xwedê û ne jî ji hikûmetê ditirsin û ji xelkê şerm nakin. Iraqî ji slogan û sozên ku nehatine cibicîkirin westiyan e.”

Herwiha got jî: “Divê komîteyeke krîzê ji bo lêkolînkirina bûyerê bê avakirin, ta ku bi babetiyane û bi hişmendî lêkolînê bike, ne ku bi tekane derfetek ji aliyekî re çêbibe ku tometan bavêje û hesabên xwe safî bike.”

Ev yek piştî wê tê, duhî 1ê Cotmehê Serokê Komîteya Lêkolînê ya derbarê bûyera Hemdaniyê Lîwa Seid Faleh got ku bûyer ne bi qestî bûye û ji ber yariyên agirîn û kelûpelên ku ji bo xemilandina salonê hatine bikaranîn, pêk hatiye.

Derbarê wê bûyerê û encamên lêkolînê de jî, Serokê Usqufên Dêra Katolîk a Suryaniyan a Mûsilê û Derdora wê, Mar Benedict Yûnan Henno ji K24ê aşkere kir, Kirîstiyanî ji encamên lêkolîna li ser bûyera Hemdaniyê ne razî ne û got: “Em daxwaza xwîna şehîdên xwe dikin.”

Derengê şeva 26ê Îlona 2023an, li qezaya Hemdaniyê ya li parêzgeha Neynewayê di merasîma dawetê de şewat derket, di encamê de jî zêdeyî 100 kesî canê xwe ji dest dan û bi sedan kes jî birîndar bûn. Vê bûyerê jî gelek karvedan li ser asta Iraq û cîhanê li pişt xwe anîn.