Operasyonên hevpar ên Pêşmerge û artêşa Iraqê tevgera DAIŞê kêm kiriye

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandarên hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê dibêjin, ji ber hevahengiya di navbera wan de û çend operasyonên hevpar li herêma Germiyanê, tevgera çekdarên DAIŞê li navçeyê û metirsiya şaneyên razayî kêm bûye. Ev yek jî bûye sedema vegerandina ewlehî û aramiyê bo wan navçeyên ku beriya niha ji ber valahiya ewlehiyê ya di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de, bûbûn navendên çekdarên DAIŞê.

Fermandarê Mihwerê Duyem a Qeretepe – Hemrîn a Hêzên Pêşmerge, Merdan Salih ji K24ê re ragihand, hevahengiya di navbera hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê de, bûye sedem ku em çend operasyonên hevpar pêk bînin.

Got: “DAIŞ berê hêzek bû û çend dever kontrol kiribûn, lê niha çekdarên wan bi şêweyên mefreze û gerok xuya dikin, hevahengiya me ligel artêşa Iraqî aramî û ewlehî vegerandine wan deveran.”

Derbarê hevahengiya di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de, Fermandarê Operasyonên Xurmatû û Silêman Beg Lîwa Îmad Malikî jî got: “Ji ber ku artêşa Iraqê û Wezareta Pêşmerge bi hev re hevkariyê dikin, me plan û hevahengiyeke bilind ji bo hemû çeperên Pêşmerge û artêşê çêkiriye.”

Bi berdewamî pevguhertina zanyariyan di navbera Pêşmerge, artêşa Iraqê û dezgehên ewlehiyê de û berdewamiya operasyonan, aramî vegeryaye wan navçeyên ku berê navendên DAIŞê bûn. Fermandarê Pêşmerge Nûrî Ebdulkerîm jî dibêje, zanyariyên istixbaratî, hejmara şaneyên razayî kêm kirine.

Ji dawiya sala 2021ê ve hevahengî di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de heye û çendîn operasyonên hevpar hatine kirin.