Tirkiye navçeyên cuda ên Rojava bombebaran dike: Kuştî û birîndar hene

Navenda Nûçeyan (K24) – Dronên Tirkiyê herêmên Rojavayê Kurdistanê li Hesekê, Amûde, Dirbêsiye û Çilaxa bombebaran dike û di encamê de 8 kes hatin kuştin û hejmarek kes jî birîndar bûn.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, dronên Tirkiyê otomobîlek li nêzîkî taxa Mişêrfê ya Hesekê bombebaran kir ku di encamê de 2 kes hatin kuştin.

Li gorî zanyariyên Rewangehê, li gundê Til Hebeş ê başûrê Amûdê jî, di encama bombebarana dronên Tirkiyê li ser baregeheke leşkerî de, 6 kes hain kuştin û 2 kes jî birîndar bûn.

Da zanîn jî, droneyên Tirkiyê 3 cih li rojavayê Kampa Waşo Kanî bombebaran kirin, bêyî ku ti zanyarî li ser ziyanên canî û madî bên ragihandin.

Herwiha droneke artêşa Tirkiyê herêma pîşesazî “Rehba Leşkerî” li çatrêya Dirbêsiye – Tel Temirê ya li bakurê rojavayê Hesekê bombebaran kir.

Li herêma Mûşeyrîfa ya li ser rêya kevin a Dirbêsiyê, baregeheke HSD'ê hat armanckirin, di encamê de jî tankereke mazotê şewitî û 3 karker jî birîndar bûn.

Piştî êrîşa PKKê ya 1ê li ser Wezareta Navxwe ya Tirkiyê li Enqereyê, Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di parlementoyê de ragihand, ewê ji şevekê nişka ve berê xwe bidin Rojavayê Kurdstanê.

Piştî vê axaftina Erdogan, artêşa Tirkiyê ev çend roj in operasyonên asmanî li ser binkeyên PKK daye destpêkirin û egera operasyoneke bejahî ya dersînor li ser Rojavayê Kurdistanê jî di rojevê de ye.

Kampa Waşo Kanî
Kampa Waşo Kanî
Heseke
Otomobîla hatiye armanckirin