Rêveberiya Xweser bang li Rûsya û Hevpeymanan dike gef û êrîşên Tirkiyê rawestînin

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Xweser bang li Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê û Rûsyayê dike ku li hember gef û êrîşên Tirkiyê yên li ser navçeyên wan helwesteke cidî nîşan bidin.

Rêveberiya Xweser îro 5ê Cotmehê di daxuyaniyek derbarên gef û êrîşên Tirkiyeyê de belav kir û tê de got: “Careke din dewlet Tirkiyê li ser zimanê rayedarên xwe gefên pêkanîna êrişan li dijî herêmên me xwarin û ji bo ku êrişên xwe yên li dijî gelê me rewa bikin, dibêjin ev herêm û saziyên xelkê wê jî armancên Tirkiyeyê ne.”

Rêveberiya Xweser dibêje: “Ev gef piştî çalakiya li Enqereyê hatin xwarin û di her pirsgirêk û dozekê li hember Tirkiyeyê de, herêmên me tên hedefgirtin.”

Da zanîn jî: “Dewleta Tirkiyê çîroka xwe ya derbarê çalakiya vê dawiyê li Enqereyê bûye, bi herêmên me ve girê dide û ev îdia dûrketineke mezin a Tirkiyeyê ji raya giştî ya navxwe û paşguhkirina pirsgirêkên xwe yên navxweyî û di nav de pirsgirêka Kurd e.”

Herwiha dibêje: “Ev gefên li dijî herêmên me, bandoreke neyênî li dijî çalakî û hewldanên gelê me û Hevpeymaniya Navdewletî yên li dijî DAIŞ′ê û şaneyên wê dike.”

Tekez kir jî: “Armanckirina avahiyên xizmetguzariyê dê bi xwe re bandorên neyênî li ser rewşa debara jiyana xelkê bîne û ev yek kiryarên dijminane ne û dikevin xaneya tawanên şer.”

Rêveberiya Xweser got jî: “Em bang li civata navdewletî, Hevpeymaniya Navneteweyî, saziyê navdewletî, hiqûqî û mirovî, her wiha bang li Rûsyayê dikin ku helwestên cidî nîşan bidin û li pêş dewleta Tirkiyê bisekinin.”