Almanya sîstemeke din a bergiriya asmanî dişîne Ukraynayê

Navenda Nûçeyan (K24) – Olaf Şolz (Olaf Scholz) ê şêwirmendê Almanyayê piştî kombûna xwe ya bi serokê Ukraynayê re li perawêza kopîtka civaka siyasî ya Ewropayê ragehand: Almanya dê ji bo parastina ewlehiya asmanê Ukraynayê di werzê zivistanê de sîstemeke din a bergiriya asmanî ya patiryotê bişîne Kîyevê.

Şolzî amaje neda dema şandina wê Patiryotê ji bo Kîyevê, bi gehiştina wê re Ukrayna dê bibe xwediya pênc sîstemên bergiriya asmanî yên Patiryotê, çar ji aliyê Almanyayê ve û yek jî ji aliyê Amerîkayê ve.

Li 24ê Şibata 2023ê, bi fermana Vîladîmêr Potîn ê serokê Rûsyayê êrîş ji bo ser axa Ukraynayê hat kirin û ji ber wê êrîşê bi hezaran kes ji serbaz û welatiyan hatin kuştin û bi milyonan Ukraynî jî awareyî welatên Ewropayê bûn, heta niha jî ew şer berdewam e.