Hijmara kuştiyên êrîşa Himsê bilind bûye

Navenda Nûçeyan (K24) – Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan îro (Eynî, 6ê Cotmeha 2023ê) parve kiriye, hijmara kuştiyên êrîşa li ser kolîja serbazî ya Himsê gehişt 123 kesan.

Ramî Ebdulrehman ê rêveberê Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ji bo malpera Elhurey ragehand ku hijmara kuştiyên êrîşa Himsê ji ber hebûna gelek birîndaran dê bilindtir bibe.

Doh roja Pêncşemê teqînek li bajarê Himsê yê Sûriyeyê li nav ahenga derbazbûnê ya desteyeka efseran li kolîja serbazî ya wî bajarî qewimî û di encamê de bi dehan kuştî û birîndar hene.

Di eynî demê de wezareta bergiriyê ya Sûriyeyê ron kiriye ku ew teqîn ji ber balafireke bêbalafirvan a bombekirî bûye û ahenga derbazbûnê ya desteyeka efserên kolîja cengî li Himsê kiriye armanc. Ji bilî berpirsên hikûmetê, di eynî demê de malbatên xwîndkaran jî amade bûn û di encamê de hijmareke zêde ya berpirsên hikûmetê û efserên derbazbûyî û malbatan jî hat kuştin.

Ji aliyê xwe ve fermandeyê giştî yê supayî û hêzên çekdar ên Sûriyeyê ew teqîn bi karekê teroristî li qelem daye. Doh jî ragehand ku terorist dê xûka vî karê xwe bidin û soz daye ku bi zûtirîn dem plangêr û bicîînerên wê aşkere bike û tundtirîn siza bide wan.