Ji ber êrîşeke hêzên Sûriyeyê 75 kuştî û birîndar hene

Navenda Nûçeyan (K24) – Îro roja Înê, Rêkxistina Bergiriya Şaristanî ya Sûriyeyê “Kulav Spiyan” ragehand ku di encama êrîşeke hêzên Sûriyeyê de ji bo ser bakurê rojavayê wî welatî, 13 welatiyên sivîl hatin kuştin ku sê jin û du zarok di nav wan kuştiyan de hene.

Kulav Spiyan di ragehandinekê de eşkere kir ku hêzên Sûriyeyê bi top û moşekan êrîş kir ser bakurê rojava û di encamê de 13 welatiyên sivîl hatin kuştin û herwesa 62 kesên din jî birîndar bûn.

Wê rêkxistinê amaje daye ku di dema sê rojên borî de li gundên Helebê û Idlibê êrîşên hêzên rijêma Sûriyeyê bi rengekê berçav zêde bûne û ev êrîş “binpêkirineke eşkere ya qanûna navdewletî ya mirovî ne, ku armanckirina xelkê sivîl û jêrxaneyên sivîl qedexe dike”.

Kulav Spiyan daxwaz ji civaka navdewletî kir, “rêyekê peyda bikin ku piştrast bibin rijêma Beşar Esedî armanckirina sivîlan rawestîne”.

Di wê ragehandinê de wan tekez li ser wê yekê kiriye ku “rêyên yekalîker ji bo bidawîanîna van êrîşên berdewam li ser jiyana xelkê sivîl û bêtawan bidin ber xwe, herwesa berpirsên wan jî bidin dadgehê”.