Behram Erîf Yasîn: Berdewambûna PKKyê li ser vê siyasetê rewşê xirabtir dike

Behram Erîf Yasîn, Endamê Komîteya Navendî û Berpirsê Liqa 10ê ya PDKyê
Behram Erîf Yasîn, Endamê Komîteya Navendî û Berpirsê Liqa 10ê ya PDKyê

Endamekê Komîteya Navenda Bala ya PDKyê daxwazê ji PKKYê dike ku wekî partên Rojhilatê Kurdistanê berjewendiyên bilind ên Herêma Kurdistanê li ber çav werbigire û xwe ji deverên sinorî vekêşe.

Îro roja Şemê, 7ê Cotmeha 2023ê, Behram Erîf Yasîn, Endamê Komîteya Navendî ya PDKyê û Berpirsê Liqa 10ê ya wê partê li Soranê li ser bandora şer û aloziyên Parta Karkerên Kurdistanê – PKKyê û supayê Tirkiyeyê li ser jiyana xelkê gundên û deverên sinorî yên Herêma Kurdistanê û çawaniya çarekirina wan nakokiyan mêvanê boltena “îro” ya Kurdistan24ê bû.

Ew Endamê Komîteya Navnedî ya PDKyê tekezê li ser wê yekê dike ku “Herêma Kurdistanê parek ji şer û nakokiyên Parta Karkerên Kurdistanê – PKKyê û supayê Tirkiyeyê nîne. Wan herdu aliyan şerê xwe aniye deverên sinorî yên Herêma Kurdistanê û bi dirêjahiya çend salên borî xelkê me ji her aliyekî zêdetir zirar ji wî şerî dîtiye”.

Bi gotina Berpirsê Liqa 10ê ya PDKyê li Soranê, “berî çend rojekan zêdetirî du hezar malbatan ku mijûlî çandinê û xwedîkirina giyaneweran bûn ji ber şer û nakokiyên navbera Tirkiyeyê û PKKyê mal û halên xwe li deverên sinorî yên Herêma Kurdistanê hêlane û bar kirine”.

Ew berpirsê PDKyê daxwazê ji PKKyê dike, “wekî partên Rojhilatê Kurdistanê ku niha li ser daxwaza Hikûmeta Herêma Kurdistanê û li jêr çavdêriya Neteweyên Hevgirtî li hijmareke kempan hatine akincîkirin,  hûn jî rewş û berjewendiyên Herêma Kurdistanê li ber çav werbigirin û xwe ji deverên sinorî vekêşin”.

Wekî ku Behram Erîf Yasîn behs dike, “bi dehan caran ji aliyê Serokatiya Herêma Kurdistanê û partên siyasî ve daxwaz ji PKKyê hatiye kirin ku nakokiyên xwe yên bi supayê Tirkiyeyê re bibe derveyî axa Herêma Kurdistanê û li nav Herêmê êrîşê neke ser wî welatî ji bo ku bihaneyan nede destê wan êrîşê bikin ser deverên me yên sinorî”.

Endamê Komîteya Navendî ya PDKyê herwesa ragehand, “me baweriyeke temam bi mafên rewa yên gelê Kurd li her çar parên Kurdistanê heye lê bi dîtina me rêya çekdariyê çareseriya nakokiyan nake. Em amade ne arîkariya Tirkiyeyê û PKKyê bikin ku bi merema rawestandina şerî û nakokiyan dest bi danûstanidên aştiyane bikin”.

Berpirsê Liqa 10ê ya PDKyê li sinorê Soranê giring dibîne ku “ew mîkanîzm û rêkarên PKK - wekî ew bi xwe dibêje - ji bo bidestxistina mafên gelê Kurd bi kar diîne li ser astê navdewletî qebûlkirî bin ji ber ku bombekirin, xwepeqandin û êrîşên çekdariyê bi dirêjahiya 40 salên borî çi encamên baş nebûn û li paşerojê jî dê nebin”.

Behram Erîf Yasîn herwesa dibêje: “PKK rêzê li serweriya axa Herêma Kurdistanê nagire û bihaneyan dide destê supayê Tirkiyeyê ku rojane deverên me yên sinorî borduman bike. Berdewambûna PKKyê li ser vê siyaseta niha bi cî diîne dê rewşê gelek ji niha xirabtir bike”