Benjamin Netanyahu: Em ê Xezzayê bikin giraveke wêran

Navenda Nûçeyan (K24) – Di duyem gotara xwe ya televizyonî ya îro de, Serokwezîrê Israîlî ragihand, hemû deverên cihûyan ên ku ji aliyê çekdarên Hemasê ve hatibûn desteserkirin, hatin vegerandin. Herwiha got: “Ev şer dê berdewam bike û em ê Xezzayê bikin giraveke wêran.”

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu îro 7ê Cotmehê got, ew li her cihekî bi giranî li Hemasê didin û tekez kir, şerê bi Hamasê re wê bidome û ew ê karta Xezzayê bikin giraveke wêran.

Li ser êrişên Hemasê jî serokwezîrê Israîlî got, tiştê ku îro qewimiye, pêştir ti caran li Îsraîlê nebûye û îro 7ê Cotmeha 2023an wek rojeke reş binav kir.

Netanyahu herwiha got, Hamas ji ewlekariya hemû Îsraîliyên ku dîl hatine girtin berpirsyar e û Hamas dê berdêlên giran bide ku heta niha wê wê hîn nedîtiye.

Îro danê sibê ketîbeyên Qessamê yên yên Bizava Hemasê bi hevparî bi Seraya Qudsê re operasiyona “Tofana Eqsa” li ser Israîlê dest pê kir û di ragehandinekê de diyar kir ku wan zêdetirî pênc hezar mûşek arasteyî her yek ji bajarên Televîvê û Sîdortê û Bîr Sebhê kirine, di encamê de jî zirareke mezin gehiştiye wan bajarên başûrê Israîlê.

Li gorî medyaya Îsraîlê, heta niha îşev, 25 leşker û sivîlên Îsraîlê hatine kuştin û zêdetirî 1500 kesên din jî birîndar bûne.

Li gorî berpirsên tenduristiyê yên Xezzayê, di encama bombebarana Îsraîlê de, 232 Filistînî hatine kuştin û zêdetirî 1700 kesî jî birîndar bûne.