Dizeyî: Amerîka, Fransa û Brîtanya dixwazin hinardekirina petrola Kurdistanê ji nû ve dest pê bike

Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî dibêje, Amerîka, Fransa û Brîtanya hewl didin pirsgirêkên di navbera Bexda û Enqereyê de çareser bikin, da ku hinardekirina petrola Kurdistanê careke din dest pê bike.

Dizeyî di sempozyûma Hefteya Dîplomasiya Kurdî li Hewlêr de got: “Tevî ku ev çend meh in Herêma Kurdistanê petrola xwe hinarde nake, lê Herêma Kurdistanê cihê xwe li ser nexşeya enerjiyê ya cîhanê vekiriye.”

Dizeyî got: “Amerîka, Fransa û Brîtanya hewl didin pirsgirêka di navbera Bexda û Enqereyê de çareser bikin, da ku hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê ji nû ve destpê bike.”

Herwiha got: “Ji ber rawestandina hinardekirina petrola Kurdistanê ji 25ê Adarê ve, nêzîkî 5.5 milyar dolar ziyanên darayî gihîştiye Iraqê.”

Dizeyî diyar kir: “Li Herêma Kurdistanê ji bilî rêxistinên Neteweyên Yekbûyî, nêzî 30 konsulxaneyên welatên cuda hene. Ev jî rol û girîngiya Hewlêrê weke paytexta Herêma Kurdistanê di warê ewlehî, siyasî û aborî de ji welatên herêmê re nîşan dide.”

Tekez kir jî: “Dîplomasiya me ya aborî heta asteke mezin serketî bû, niha li 14 welatan nûneratiyên me hene û em ji bo zêdekirina nûneratiyên xwe li welatên cîhanê gavan diavêjin; Ev jî, bi armanca gihandina peyama gelê me ya di warê siyasî û aborî û pêkvejiyana li Herêma Kurdistanê de.”