Pêşangeha Paradoks bi diruşma “Hunera Li Dijî Şer” li Hewlêrê hat vekirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Yekemîn pêşangeha hevbeş a hunera Kurd-Fransî ya bi navê "Paradox" li Galeriya Medyayê li Hewlêrê hat vekirin.

Di pêşangehê de 40 tablo û bermahiyên şer û 20 portreyên rewşenbîr û şoreşgerên Kurd ku ji aliyê hunermendê Kurd Hemin Hemîd ve hatine kişandin hatin nîşandan.

Hunermendê Fransî Anna Benwalil got: “Gelê Fransî her dem li peyama aştiyê û dûrketina ji tundrewî û şerî belav dike. Em wek hunermend ligel hunermendekî Kurd, hewl didin bîrokeya rawestana li dijî şer, bikin projeyeke hunerî ya bibandor, ta ku bandorên neyînî yên şer ji ser hişê zarokên Kurd û cîhanê derxînin.

Herwiha got jî: “Piştî her şer û wêraniyekê, zarokên cîhanê ber bi tundrewiyê ve diçin. Heta di vê pêşangehê de me hewl da ku çekên plastîk bi lastîk bipêçin û van çekan bi rengê reş û yê ne şîrîn nîşan bidin, ji ber ku şer ji bilî zirarê, ti berhemeke wê ya din tune ye û hemû pêşketin û avedaniya cîhanê rawestîne.”