Êrîşên Tirkiyeyê Rojavayê Kurdistanê bê av û kehreba hêlaye

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji ber êrîşên Tirkiyeyê yên li ser westgehên kehrebayê û avê, rewşa welatiyên Rojavayê Kurdistanê bizehmettir bûye. Welatiyên Qamişloyê ji Kurdistan24 re dibêjin, zivistan nêzîk e û heger pirsgirêka kehrebayê nehat çareserkirin, rewşa wan dê gelek xirab bibe”.

 

Êrîşên vê dawiyê yên Tirkiyeyê li ser Rojavayê Kurdistanê jiyana xelkî bizehmettir kir. Ji xwe beriya êrîşan hebûna kehrebayê û avê kêm bû lê niha bi yekcarî nemaye.

 

Xelkê taxa Qidûrbeg li Qamişloyê dibêjin, berê wan li zivistanê ye, eger pirsgirêka kehrebayê nehate çareserkirin, rewşa wan wê gelek xirab bibe.

 

LAVA MELA EHMED-WELATÎ dibêje:

Heyat nabe! Bê av û kehreba, jiyan qet nameşe. Yanî wextê kehreba tune be, jiyan tune ye. Av jî hê xirabtir e! Yanî ne karekî tu dikarî bikî, ne tiştekî, ne firaxekî. Ji xwe niha wextê payîzê ye, wextê karî ye, wextê hemî tiştan e. Hûn bi çavên xwe dibînin, ev ava me jî, em dil nadin birijînin. Erê kesk bûye, efiniye jî, bes em dil nadin birijînin. Sed tiştên me pê diqedin.

 

Di êrîşa li 5ê Cotmehê de, Tirkiyeyê jêderên sereke yên enerjiyê kirin armanc, westgehên petrolê û xazê. Li gor daxuyaniyên fermî yên rêveberiya xweser jî, piraniya westgehan ji kar ketine û heta werin çêkirin jî, pêwîstî bi demekî dirêj heye.

 

ŞEHNAZ MIHEMED ELÎ-WELATÎ dibêje:

Îro çar roj pênc roj e em bê kehreba ne, em bê av in, ev bordumana han bi ser me de hatiye. Sê neviyên min hene. Ev neviya min a biçûk di landikê de ye, em her du rojan serê wê dişon, em nema dikarin heftiyê carekê bişon, cilikên wê dikevin ser hevdu. Ava me tune ye. Em sarîcê dagirin, em bi sih çil hezar wereqeyan sarîcê danagirin. Ji me nayê em avê dagirin.

 

Berî niha rêveberiya xweser belav kiribû, qebareya ziyana gihiştî 6 westgehên petrolê û xazê digihe zêdeyî 56 miliyon dolaran. Bi taybetî westgeha siwîdiyê ya xazê heta were çêkirin, xerciyeke mezin jê re divê. Wê westgehê ji bilî ku 40% kehrebaya navçeyê peyda dikir, xaza malê jî jê berhem dianî.