Serok Barzanî pêşwazî li Balyoza nû ya Almanyayê li Iraqê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 9ê Cotmehê, pêşwazî li Balyoza Almanya li Iraqê Christiane Hohmann û şanda pê re kir ku ji hejmarek dîplomat û şêwirmendên leşkerî yên Almanyayê pêk hatibû.

Li gor daxuyaniya Baregeha Barzanî, Serok Barzanî pîrozbahî li destbikarbûna Balyoza nû ya Almanyayê kir û hêviya serkeftinê jê re xwast.

Herwiha Serok Barzanî bal kişand li ser pêwendî û dostaniya navbera gelê Almanya û gelê Kurdistanê û spasiya gel, hikûmet û artêşa Almanyayê jî kir ku di şerê li dijî terorîstên DAIŞê de, alîkariya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kirine.

Serok Barzanî got, teror metirsiyeke hevbeş e li ser hemû mirovatî û azadîxwazan û heta niha jî ew metirsî berdewam e û bi pêwîst jî zanî ku divê hewlên navdewletî ji bo jinavbirina terorîstan berdewam bin.

Di beşeke din a vê hevdîtinê de, Balyoza Almanyayê li Iraqê amaje bi metirsiyên bihêzbûna terorê kir û tekezî li ser giringîdana welatê xwe ji bo karê hevpar û hevahengê di pêşxistina aramî, bextewerî û aboriya bihêz ligel Iraq û Herêma Kurdistanê kir.

Rewşa siyasî ya Iraqê, pêwendî û hevahengiya navbera Almanya û Herêma Kurdistanê û giringîdana bi çandinî û aboriyê, mijarên din ên civînê bûn.