Guler: Di êrîşên asmanî de zêdetirî 150 çekdar hatine kuştin

Yeşar Guler
Yeşar Guler

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyeyê Yeşar Guler radigihîne, di êrîşên asmanî yên Tirkiyê de zêdetirî 150 çekdarên PKK û HSDê hatine kuştin.

Guler di merasîma vekirina sala nû ya xwendinê li Zanîngeha Berevaniyê de ragihand, “Me di 1, 3 û 4ê Mijdarê de li Iraqê û di 5, 6 û 8ê Mijdarê de jî li Sûriyê bi piştgiriya hêzên bejayî, operasyonên asmanî yên berfireh pêk anîn.”

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyeyê got jî: “Operasyonên me serkefî bûn û di operasyonan de zêdeyî 150 çekdar hatin kuştin.”

Herwiha Guler tekez kir: “Em ê di têkoşîna xwe yên li dijî terorê de bi bandor û zexteke mezintir berdewam bin.”

Piştî êrîşa PKKê ya 1ê li ser Wezareta Navxwe ya Tirkiyê li Enqereyê, artêşa Tirkiyê bi riya dron û firokeyên şer navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê bombebaran kirin.

Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî li tora civakî “X” belav kir, Tirkiyeyê di 72 demjimêran de, zêdetir 145 cihên ewle, westgehên elektirîk, enerjî û avê, nexweşxane û dibistan bombebaran kirine.

Duhî jî Tirkiyeyê navendeke asayişê li devera Koçerat a li Dêrikê bombebaran kir û li gorî daxuyaneke asayişê, di êrîşê de hejmarek endamên wan hatine kuştin û hejmarek jî birîndar bûne.