Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya balyozên Almanyayê û Brîtanyayê dike

Serokê Herêma Kurdistanê cuda cuda pêşwaziya balyozên Almanyayê û Brîtanyayê li Îraqê dike
Serokê Herêma Kurdistanê cuda cuda pêşwaziya balyozên Almanyayê û Brîtanyayê li Îraqê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokatiya Herêma Kurdistanê radigehîne, Serokê Herêma Kurdistanê cuda cuda pêşwaziya balyozên Almanyayê û Brîtanyayê li Îraqê dike.

Îro (Duşem, 9ê Cotmeha 2023ê), Srokatiya Herêma Kurdistanê, di ragehandinekê de amajey; bi wê yekê dide, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi balyozê Brîtanyayê Stephen Hitchen li Îraqê re rûnişt.

Di wê rûniştinê de danûstandin li ser bihêzkirina peywendî û arîkariyên hevpar ên Brîtanyayê bi Îraqê û Herêma Kurdistanê re hatin kirin.

Herdu aliyan behsa peywendî û kêşeyên Hewlêr – Bexdayê û rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê û wan qebxwaziyan kir ên ku rûbirû Herêm dibe.

Ji aliyekî din ve her îro Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya balyoza nû ya Almanyayê li Îraqê Christiane Hohmann û şanda pê re kir, ku ji hijmareke dîplomatkar û piledarên serbazî pêk hatibû.

Di wê rûniştinê de, Nêçîrvan Barzanî zêdebarî bixêrhatinê, destpêkirina karî jî li balyoza nû ya Almanyayê pîroz kir û daxwaza serkeftinê jê re kir.

Herdu aliyan baştirbûna rewşa ewlehiyê ya Îraqê giring dît, tekez li ser wê yekê kir ku hêşta DAIŞ metirsiyeke rasteqîne ye û gefan li ewlehiyê û seqamgîriyê dike, lewma divê li ser berhingarbûna wê berdewam bin.

Berfirehkirina pevguhertina bazirganî ya Almanyayê bi Îraqê û Herêma Kurdistanê re, bizavên pirrengkirina çavkaniyên dahatan li Îraqê û dawî pêşhatên deverê bi rengekê giştî aliyekî din ê wê rûniştinê bûn.

(Herwekî ku Serokatiya Herêma Kurdistanê amaje daye)