Rêber Ehmed: Koçber bi biryar nehatine Herêma Kurdistanê heta ku bi biryar jî bêne vegerandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê li ser biryara hikûmeta Iraqê ya girtina kampên koçberan radiginîne, “Koçber bi biryar nehatine Herêma Kurdistanê, heta ku bi biryar jî bêne vegerandin.”

Îro 10ê Cotmeha 2023an Odeya Operasyonan a ji bo Birêveberina Qeyran û Karesatan ya ser bi Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê ve li Hewlêrê hate vekirin û Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed di merasîma vekirinê de gotarek pêşkêş kir.

Rêber Ehmed di gotara xwe de diyar kir: “Odeya Operasyonan a ji bo Birêvebirina Qeyran û Karesatan, bi hevkariya Wezareta Navxwe ya Almanyayê, rêxistina THW ya Almanî û Navenda Hevahengiya Qeyaran a li Wezareta Navxwe hatiye vekirin.”

Got jî: “Vekirina vê odeya operasyonan, pêngaveke giring e, ji bo Herêma Kurdistanê di rûbirûbûna qeyranên destkird û xwezayî de, di qonaxeke pêşketî de be, ku nirxandin û analîzên pêşwext ji karesat, krîz û metirsiyên pêşerojê re dike.”

Wezîrê Navxwe destnîşan kir, “Bi vê yekê, sîstema agahdarkirinê ya Herêma Kurdistanê dê bihêz bibe, hem saziyên hikûmetê û hem jî welatî ji egera her karesat û krîzekê, dê bên hişyariyê kirin, da ku xwe ji rûbirûbûna wê re amade bikin û ziyanên karesatan bên bibin.”

Wezîrê Navxwe yê Herêmê amaje bi wê yekê jî kir, Odeya Operasyonan girêdayî hemahengî û karê hevbeş yê di navbera sazî û wezaretên pêwendîdar de ye û îro nûnerên 15 wezaret, parêzgeh û îdareyên serbixwe dê bibin endamên vê odeyê.

Her wiha bal kişand ser wê yekê, welatî jî dikarin di dema krîz û karesatamn de bi dilxwazî ​​alîkariya saziyên hikûmetê bikin, bi şertê ku berî ku di nav odeya operasyonan a li parêzgeh û îdareyên serbixwe de cih bigirin, ew bêne perwerdekirin.

Rêber Ehmed got jî, dema Herêma Kurdistanê pêşwazî li zêdetirî 2 milyon koçber û penaber ji navxwe û derveyê Iraqê kir, hikûmeta wê rûbirûyê qeyraneke darayî ya aloz bûbû ku pişka wê ji bûdceya federalî hatibû birîn.

Da zanîn jî, Hikûmet û gelê Herêma Kurdistanê biryar da ku alîkariya xelkê bikin, beşek ji wan penaberan vegeriyane malên xwe, lê heta niha nêzîkî milyonek penaber li Herêma Kurdistanê mane.

Got jî: Me daxwaz ji wan koçber û penaberan nekir ku bên Herêma Kurdistanê, Lê rewşa xirab a ewlehiyê ya li navçeyên wan, ew neçar kirin birevin û berê xwe bidin li Herêmê bicih bibin.

Herwiha Rêber Ehmed rexne li awayê "neberpirsiyarene" yê ku Bexda bi dosya koçber û penaberên li Herêmê re dike girt û got, Wezareta Koç û Koçberan bi çavekî siyasî li vê dosyeyê dinêre, di dema ku pêwîst bû bi çavekî mirovahî lê binêre.

Tekez kir jî: Eger pilanek hebe ji bo koçber vegerin bajar û deverên xwe yên resen, em ê piştevanê wê bin û me komîteyek taybet ji bo dabînkirina asankarîyan di vî warî de pêk aniye.

Herwiha Wezîrê Navxwe yê Herêmê daxwaz ji hikûmeta federal, civaka navdewletî û rêxistinên Netewên Yekgirtî kir, li ser piştevanîkirina kampên koçber û derbideran li Herêma Kurdistanê berdewam bin, bi taybet bi hatina demsala zivistanê re, pêwîstî bi pêdiviyên germkirinê hene.

Derbarê biryara hikûmeta Iraqê ya girtina kampên koçberan de, Rêber Ehmed got: “Koçber bi biryar nehatine Herêma Kurdistanê, heta ku bi biryar bêne vegerandin. Ew hatine Herêma Kurdistanê, ta ku di keşûhewayeke aram de bijîn.  Ji ber vê, ne erkê hikûmetê ye ku biryara kêmkirina kampan yan girtina kampan bide, biryar a xelkê ye, li vir bimînin, yan jî vegerin.”