Çîgdem Uçar: Tirkiye di êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê de yasayên şer binpê dike

Çîgdem Uçar
Çîgdem Uçar

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevseroka Partiya Çep a Kesk (YPS) Çîgdem Uçar radigihîne, “Tirkiye di êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê de, yasayên şer binpê dike.”

Çîgdem Uçar di civîna fraksiyona xwe ya Parlamentoya Tirkiyeyê de, êrîşê artêşa Tirkiyeyê li ser Rojavayê Kurdistanê bi tawanên şer binav kir û bang li civaka navdewletî û raya giştî kir jî ku dijî vê helwestê derkevin.

Çîgdem Uçar wiha axivî: “Yasayên şer bi eşkere tên binpêkirin. Dezgehên yasayî yên navdewletî bêdeng in. Neteweyên Yekgirtî tenê dibêje ez dilgiran im. Lê em nabînin ew dilgiranî bandor li rewşa xelkê dike.”

Herwiha got: “Em bang li dezgehên navdewletî, saziyên civaka sivîl û raya giştî ya demokratîk dikin ku dijî van tawanên şer, pîlangirî û kuştina sîvîlan, dengê xwe bilind bikin.”

Piştî êrîşa PKKê ya 1ê li ser Wezareta Navxwe ya Tirkiyê li Enqereyê, Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan gefa destpêkirina operasyonekê li Rojavayê Kurdstanê xwaribû.

Artêşa Tirkiyeyê ji 5ê Cotmehê ve, saziyên xizmetguzariyê, westgehên gaz û petrolê û xalên HSD û asayişê li Rojavayê Kurdistanê bombebaran dike. Di encamê de jî gelek ziyanên canî û madî derketine.

HSDê îro di daxuyaniyekê jî amarên êrîşên çend rojên borî yên artêşa Tirkiyeyê belav kirin û diyar kir, di encama êrîşan de, 45 kes hatine, 11 ji wan sivîl in, yên din jî endamên asayişê ne.