Wezareta Navxwe guhertinan di hijmareke postan de dike

Wezareta Navxwe
Wezareta Navxwe

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê guhertinan di hijmareke postên ewlehiyê de dike.

Li gorî fermaneke Wezareta Navxwe ku wêneyekê wê bi dest Kurdistan24ê keftiye û îmzaya Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed li ser wê heye, biyar hatiye dan ku hijmareke guhertinan di postên ewlehiyê yên sinorê parêzgeha Hewlêrê de bê kirin.

Di wê nivîsara Wezareta Navxwe de hatiye, “li dû wê desthilata ku me heye me biryar li ser veguhastina Lîwayê Mafperwer Dilşad Şêx Seîd Mihemed ji mîlakê Ragiriya Kolîja Polîs/Hewlêrê bo ser mîlakê Rêveberiya Polîsan û Parastina Dezgehên Neftê û danana wî li payeya Rêveberê Rêveberiya Polîsan û Parastina Dezgehên Neftê da, herwesa veguhastina Emîdê Mafperwer Dawmîd Zirar Fethula ji payeya Serokê Desteya Pizişkî ya Hêzên Asayîşa Navxwe bo ser mîlakê Ragiriya Kolîja Polîs/Hewlêrê û danana wî li payeya Ragirê Kolîja Polîs/Hewlêrê bi wekalet.

Wezareta Navxwe biryar jî daye: “Veguhastina Emîdê Mafperwer Sîrwan Salih Xidir ji Daxwazkariya Giştî ya Dadgeha Hêzên Asayîşa Navxwe bo ser mîlakê Hêzên Asayîşa Navxwe û danana wî li payeya Serokê Desteya Pişkinîna Hêzên Asayîşa Navxwe bi wekalet. Herwesa veguhatina Eqîdê Polîs Ajer Nuredîn Pîro ji mîlakê Rêveberiya Giştî ya Polîsan/ B. Polîsên Parêzgeha Hewlêrê bo ser wezareta me / Rêveberiya Giştî ya Dîwanê / danana wî li payeya Rêveberê Rêveberiya Kompaniyên Ewlehiyê û Dana Destûriyê”.

Di xaleke din a fermana Wezareta Navxwe de biryar hatiye dan: “Veguhastina Muqedemê Polîs Rêbwar Cemîl Silêman ji payeya Rêveberê Kompaniyên Ewlehiyê û Destûrîdanê bo Rêveberê Rêveberiya Piştrastiya Corî li Dîwana wezareta me”.