Wezîrê Enerjiyê yê Îranê: OPECê sînorek ji nirxê sotemeniyê re li bazarên cîhanê danî

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Enerjiyê yê Îranê Cewad Ewcî ragihand, civînên vê dawiyê yên OPEC û OPEC Plus, ji bo danîna sînorekê ji nirxê sotemeniyê re ye.

Cewad Ewcî ji K24ê re got: “Endamên OPEC û OPEC Plus bêguman di civînên dawî de gavên baş avêtine ku ev yek di berjewendiya welatên hilberîner û hinardekar de ye.”

Da zanîn jî, her welatek bixwaze di geşbûna aborî de pêgeheke wî hebe, eger nirxê enerjiyê ne cîgir be, dê rûbirûyê pirsgirêkên bihaya enerjiyê bibe û dê bandora li geşedana aborî ya wî welat bike.

Ewcî got: “Gavên ku endamên OPEC û OPEC Plus di van du salên borî de avêtine, bê guman bandorek baş li ser cîgirbûna bihayan kiriye, ku ew jî di berjewendiya welatên pêşkeftî de ye.”

Rêxistina Welatên Petrolê Difiroşin (OPEC) di raporta xwe ya mehane ya herî dawî de ragihand, berhemanîna petrola Îranê rojane giheştiye 3 milyon bermîlan.

Li gorî raporê, berhemanîna petrola Îranê rojane 143 hezar bermîl zêde bûye û bûye bi ser 3 milyon bermîlan ketiye.

Berî ku Amerîka ji peymana atomî vekişe, Îranê rojane 3,82 milyon bermîl petrol berhem dianî. Lê berhemanîna petrolê ji ber cezayên Amerîkayê, daketibû kêmtirî du milyon bermîlan.