Ava vexwarinê li ser Hesekê qut bûye û hişyarî ji karesateke mirovî tê dayîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji ber bombebarana artêşa Tirkiyeyê li ser senterala elektirîkê ya li Qamişlo, westgeha avê ya Elûkê bê elektirîk e û rawestiyaye, hişyarî ji derketina karesateke mirovî tê dayîn.

Jêdera sereke ya ava vexwarinê ya bajarê Hesekê û gundewarê wê ve, ji westgeha Elokê ya li Serê Kaniyê ye ku jêdera tekane ya elektirîka wê jî ji navçeyên Rêveberiya Xweser e, ji ber ku artêşa Tirkiyeyê berî çend rojan senterala elektirîkê ya Qamişlo bombebaran kir û ji kar derket, westgeha Elokê bê elektirîk maye û rawestiyaye.

Herwiha westgeha Bendava Rojava jî ji ber bombebarana artêşa Tirkiyeyê gelek ziyan dîtiye û ji kar derketiye, ku ew bendav jêdera ava vexwarinê ya taxên rojavayê Hesekê ye.

Ji ber qutbûna avê ji 5ê vê mehê ve, hişyarî ji karesateke mirovî ya mezin tê dayîn; Ji ber ku zêdetirî 1.5 milyon kes li Hesekê ji avê bêpar mane, xelkê bajarê jî neçar in ku ava vexwarinê tankeran û bi nirxên ku ji karînên wan girantir bikirin.

Welatiyên Hesekê li ser vê yekê bang li saziyên navdewletî û herêmî dikin ku destêwerdanê bikin û saziyên sivîl û yên xizmetkatiyê ji şer dûr bixin.

Artêşa Tirkiyeyê ji roja 5ê Cotmehê ve navçeyên cuda yên Rojavayê Kurdistanê, saziyên xizmetkariyê, westgehên elektirîk û enerjiyê, navendên HSD û asayişê bombebaran dike, di encamê de jî ji bilî ziyanên canî, gelek ziyanên madî derketine û welatî bê elektirîk û av mane.