Kurdistan24 û Zanîngeha Selahedîn yadaştnameyeke hevtêgihîştinê îmze dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Saziya Medyayî ya Kurdistan24 û Zanîngeha Selahedîn îro 12ê Cotmeha 2023an yadaştnameyeke hevtêgihîştinê îmze kirin.

Yadaştnameye taybet bi dîska aboriyê ye, lêkolînên ku di warê aborî de tên amadekirin û Kurdistan24 li ser kar dike dê bi daxuyanî û guftgoyên pispor û aborînasên Zanîngeha Selahedînê zêdetir bên analîzkirin.

Serokê Zanîngeha Selahedîn Kameran Yûnis ji Kurdistan24ê re ragihand: “Em weke Serokatiya Zanîngeha Selahedîn kêfxweş in ku di warê aborî de bi Kurdistan24ê re peymaneke wiha girîng îmze dikin. Ev Proje ji bo analîza aborî ye û dê ji bo aboriya Herêma Kurdistanê gelekî girîng be.”

Got jî: “Em wek Zanîngeha Selahedîn, Kolêja Birêvebirin û Aborî dikarin wek tîmê bi Kurdistan24ê re kar bikin, ji bo ku pêşniyarên xwe pêşkêşî aliyên pêwendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin.”

Serokê Zanîngeha Selahedîn aşkere kir ku di paşerojê de civîn û konferansên hevbeş ji aliyê Kurdistan24 û Zanîngeha Selahedîn ve tên lidarxistin.

Ji aliyê xwe ve, Rêveberê Giştî yê Saziya Medyayî ya Kurdistan24 Ehmed Zawîteyî ragihand, “Kurdistan24 weke saziyeke navdar a ragihandinê li Kurdistanê û Zanîngeha Selahedîn jî weke bilindtirîn saziya zanistî û akademîk, me dît ku girîng e her du alî ji hev sûd werbigirin.”

Got jî: “Em weke saziyeke ragihandinê, dîskên me yên cuda hene, ji wan jî dîskê aborî ye. Ji bo ronîkirina pirsgirêkên aborî bi şêweyekî akademîk û girîngîdan û pêşxistina aboriya Kurdistanê, me bi girîng dît ku em vê peymanê bi Zanîngeha Selahedîn re îmza bikin û ji ezmûn û asta akademîk ên pisporên aborî û mamosteyên beşa aboriyê, sûdê werbigirin.”

Ehmed Zawîteyî herwiha got: “Yadaştnameya bi Zanîngeha Selahedîn re, ji du xalên bingehîn pêk tê. Ya yekem, romalkirina çalakiyên aborî li Koleja Birêvebirin û Aborî ya Zanîngeha Selahedîn. Herwiha guhdan û weşandina lêkolînên mamoste û şarezayên aborî li zanîngehê, li hember jî divê ew amade bin her dema ku pêwîstiya me bi şandina pispor û lêkolînerên aborî hebe, li ser ekrana Kurdistan 24 bo analîzkirina pirsên giring ên aborî derkevin û şîrovekirinan bidin.”

Amaje bi wê yekê jî kir, ji niha û pê de, dê civînên Beşa Aborî li Saziya Kurdistan24 û Kolîja Birêvebirin û Aborî li Zanîngeha Selahedîn bên kirin û gotûbêjan li ser mijarên aborî bikin û ew dikarin pêşniyarên xwe pêşkêşî me bikin, herwiha dîska me ya aboriyê dikare pêşniyaran pêşkêşî wan bikin, daku her du alî ji hev sûdê werbigirin.”

Ehmed Zawîteyî hêvî xwast ku Saziya Kurdistan24ê bi zankoyên din re û di warên cuda de yadaştnameyan îmze bike.