Dadgeha Federalî li ser radestkirina baregayê Civata Serkirdetiya PDKyê li Kerkûkê biryar da

Dadgeha Federalî
Dadgeha Federalî

Navenda Nûçeyan (K24) – Dadgeha Bilind a Federalî biryara rawestandina radestkirina baregayê operasiyonên xwe yên hevpar helweşand, ku pêştir Serokwezîrên Îraqê biryar dabû ji bo PDKyê bê radestkirin.

Li gor nivîsareka Dadgeha Bilind a Federalî ya Îraqê, biryara rawestandina radestkirina baregayê operasiyonên hevpar hatiye helweşandin. Wê nivîsarê amaje daye wê yekê ku, daxwaza perlemanterekî li ser helweşandina biryara Serokwezîrê Îraqê ji bo radestkirina baregayê operasiyonên hevpar hatiye redkirin û biryara rawestandina radestkirinê jî hatiye helweşandin.

Pêştir Serokwezîrê Îraqê, Mihemed Şiya Sûdanî, fermandeyê Operasiyonên Hevpar spartibû ku li 1ê Îlona 2023ê baregayê sereke yê Operasiyonên Hevpar li Kerkûkê vala bike û bide destê PDKyê lê Dadgeha Bilind a Federalî bi biryarekê radestkirina wî baregayî rawestand.

Roja Yekşemê, 3ê Îlona 2023ê, Dadgeha Bilind a Federalî ya Îraqê biryara rawestandina radestkirina baregayê Opersiyonên Hevpar li Kerkûkê ji bo PDKyê derxistibû. Herwesa amaje dabû wê yekê jî, biryara Serokwezîrê Îraqê ji bo valakirina wî baregayî û radestkirina wî ji bo PDKyê dê heta dema yekalîkirina wê doze bê rawestandin.

Ew sikala ji aliyê Serokê Eşîreta Ubêd, Wesfî Asî, ve ku li Bexdayê hatiye ser dinyayê û niha nûnerîtiya gelek Erebên başûrê Kerkûkê dike li Dadgeha Federalî hatiye tomarkirin.

Ev biryara Dadgeha Federalî piştî rojekê ji xwenîşandanên welatiyên Kurd li Kerkûkê tê ku bi teqeya hêzên Îraqî çar welatî bi nave “Hawkar Ebdula, Heval Sitar, Semed Mihemed û Husên Sabir” hatin şehîdkirin û 15 kesên din birîndar bûn û zêdetirî 40 ciwanên Kurd jî bi tometa pişkdarîkirina di xwenîşandanan de hatin girtin.

Piştî biryara Sûdanî jî ji bo radestkirina baregayên PDKyê li Kerkûkê, li roja 28ê Tebaxa 2023ê, komeka Erebên binecihkirî û şovînî yên Kerkûkê li beranberî baregayê Civata Serkirdetiya PDKyê ku niha ji aliyê Fermandeya Operasiyonên Hevpar ên Kerkûkê ve dagir kiriye ji bo heyama şeş rojan çadirên xwe vedan û rêya serekî ya Hewlêr-Kerkûkê daxist.