Careke din Kampa Mexmûrê hat bombebarankirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Îro roja Înê, 13ê Cotmeha 2023ê, careke din Kampa Mexmûrê ji aliyê dronên Tirkiyeyê ve hat bombebarankirin.

Tevî ku heta niha zirarên wê êrîşê nehatine eşkerekirin, lê li dû çavkaniyan, ciyê wê bombebarankirinê nêzî eynî ciyê vê heftiyê yê bertir e ku Tirkiyeyê bombebaran kiribû.

Di vê heftiyê de ev cara duyê ye ku ji aliyê dronên Tirkiyeyê ve Kampa Mexmûrê tê bombebarankirin. Bombebarankirina yekê ya vê heftiyê li roja 7ê Cotmehê bû ku tê de du çekdarên PKKyê hatin kuştin û sê çekdarên din jî birîndar bûn.

Kampa Mexmûrê ku ji aliyê PKKYê ve wekî “Kampa Penaberan a Şehîd Rustem Cudî” tê naskirin, nêzî 20 hezar kesan lê akincî ne ku alîgir û kesûkarên gerîlayên PKKyê ne. Pêştir gelek caran ew kamp ji aliyê balafirên şerî yên Tirkiyeyê ve hatiye bombebarankirin û zirarên canî û madî ji wan bombebaranan çê bûne.