John Kirby: Ew dema Israîlê ji bo derkeftina akinciyên Xezzeyê danaye gelek kêm e

John Kirby
John Kirby

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Koçka Spî ji bo karûbarên ewlehiya niştîmanî dibêje ku ew dema Israîlê ji bo valakirina Xezzeyê danaye gelek kêm e. Akinciyên wê derê nikarin di wê demê de bajarê xwe berdin.

Îro roja Înê, 13ê Cotmeha 2023ê, Berdevkê Koçka Spî ji bo karûbarên ewlehiya niştîmanî John Kirby amaje bi wê yekê kir, haydarkirina Israîlê ji bo derkeftina akinciyên Xezzeyê di dema 24 seetan de demeke kêm e û akinciyên wê nikarin di wê demê de derbikevin.

Herwesa Kirby ragehand, berpirsên Amerîkayê bi Israîlê re kar dikin ku rêyeke mirovî ji bo akinciyên Xezzeyê ku nêzî du milyon û 300 hezar kesan in veke. Tekez jî kir ku Amerîka piştevaniya derkeftina akinciyên Xezzeyê dike ji bo ku bi silametî bigehin ciyekî aram. Got jî, akinciyên Xezzeyê naxwazin bajarê xwe berdin, lê ji ber serederiya Bizava Hemasê bûn qurbanî.

Roja Şemiyê, 7ê Cotmeha 2023ê, balê serbazî yê Bizava Hemasê ya Filistînî li Kertê Xezzeyê zêdetirî pênc hezar moşekan avêtin deverên li jêr desthilata Israîlê û deverên Cihû lê dimînin, û têla sinorî ya navbera Kertê Xezzeyê û komelgeha Cihûyan birî.

Li gor amarên medyayên Israîlê, heta seet 15:45 ê îro roja Înê, nêzî hezar û 300 Israîliyan ji serbaz û welatiyên sivîl hatine kuştin û nêzî du hezar û 700 kesên din jî birîndar bûne. Li beranberî wê jî, li dû amarên saxlemiyê yên Xezzeyê, di encama êrîşên Israîlê bo ser Kertê Xezzeyê de, hezar û 537 welatiyên Filistînî hatine kuştin û zêdetirî şeş hezar kesên din jî birîndar bûne.

Amarên Neteweyên Yekgirtî jî dibêjin ku 423 hezar kes li Kertê Xezzeyê bê hal û mal bûne û ji bo xweparastinê ji êrîşên supayê Israîlê xwe di penagehan de heşar daye. Herwesa zêdetirî 150 Israîliyan û welatiyên welatên din ji aliyê çekdarên Hemasê ve hatine girtin.

Herwesa îro roja Înê, 13ê Cotmeha 2023ê, Wezareta Saxlemiyê ya Filistînê belav kiriye, ji ber êrîşên Israîlê bo ser Kertê Xezzeyê, hejmara kuştî û birîndaran bo 1799 kesan bilind bûye.