Îsraîl careke din firokxaneya Helebê bombebaran dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Îsraîlê firokxaneya Helebê û çend deverên din ên Sûriyeyê bombebaran kirin. Ji ber bombebaranê jî, geştên firokxaneya Helebê hatin rawestandin.

Jêderekî leşkerî ji ajansa “SANA” a hikûmeta Sûriyê re ragihand, artêşa Îsraîlê şeva borî demjimêr 11:35 ji ser deryaya Naverast ve êrîşî firokxaneya Helebê kir û di encamê de, firokxane ji kar derket.

Ev êrîşa li ser firokxaneya Helebê piştî wê tê, Îsraîlê roja 12ê Cotmehê jî firokxaneyên Heleb û Şamê bombebaran kiribûn û herdu firokxane ji kar derketibûn.

Herwiha artêşa Îsraîlê ragihand, piştî ku duhî 2 mûşek li girên Golanê ketin, topxaneya Îsraîlê bersiva jêderên topbarana ku ji nava Sûriyê ve hatiye kirin, da.

Di vê derbarê de Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, komên Filistînî yên ku bi Hizbullaha Libnanî re hevkariyê dikin, mûşekek ji gundewarê rojavayê Deraayê ve ber bi Golanê ve avêtin

Li gorî zanyariyên Rewangehê, ji destpêka sala 2023an ve, Îsraîlê 34 caran axa Sûriyê kiriye armanc. Di encama van êrîşan de, 71 armanc hatin rûxandin, 72 leşker hatin kuştin û 85 leşker jî birîndar bûne.