Supayê Israîlê hejmara revandiyên xwe eşkere dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Supayê Israîlê eşkere dike ku 155 welatiyên wan ji aliyê Bizava Hemasê ve hatine revandin.

Berdevkê supayê Israîlê ragehand, 155 welatiyên Israîlî hatine revandin û li cem Hemasê girtî ne. Pêştir supayê Israîlê ragehandibû ku 126 welatiyên wan hatine revandin.

Berazîlî, Amerîkayî, Brîtanyayî, Îtalyayî û Filipînî di nav wan girtiyan de hene. Kesûkarên wan revandiyan jî daxwazê ji Hikûmeta Israîlê dikin ku ji bo vegerandina wan girtiyan kar bikin.

Roja Şemiyê, 7ê Cotmeha 2023ê, balê serbazî yê Bizava Hemasê ya Filistînî li Kertê Xezzeyê zêdetirî pênc hezar moşekan avêtin deverên li jêr desthilata Israîlê û deverên Cihû lê dimînin, û têla sinorî ya navbera Kertê Xezzeyê û komelgeha Cihûyan birî. Li beranberî wê yekê, ev heftiyek e supayê Israîlê wekî bersivek rojane Kertê Xezzeyê bombebaran dike.

Hejmara kuştiyên Filistînê ji ber êrîşên li ser Kertê Xezzeyê ji aliyê Israîlê ve gehiştiye 2400 kesan, herwekî ku Wezareta Saxlemiyê ya Filistînê amaje dabû wê. Herwesa hejmara kuştiyên Israîlê jî gehiştiye 1400 kesan, herwekî ku Nivîsîngeha Serokwezîrê wî welatî îro belav kiribû.

Wezareta Saxlemiyê ya Filistînê ew yek jî diyar kir ku ji ber êrîşên Israîlê 9042 welatiyên wan birîndar bûne. Herwesa ron jî kir ku di nav kuştiyên Filistînê de, 700 zarok hene.