UNRWA: Milyonek kes ji Kerta Xezzeyê koçber bûne

Navenda Nûçeyan (K24) – Li gorî amarên dawiyê, ji ber şerê di navbera Îsraîl û Hemasê de, zêdetir ji milyonek kesî ji Kerta Xezzeyê koçber bûne.

Ajansa Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Karûbarên Koçberên Filistînê (UNRWA) ragihand, di 10 rojên borî de ji ber şerê di navbera Hemas û Îsraîlê de zêdetirî 1 milyon kes ji Kerta Xezzayê koçber bûne.

Hevdem jî, Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand, hejmara kuştiyên bombebarana Îsraîlê ya li ser Xezzayê derketiye 2700 kesî û zêdetirî 10 hezar kes jî birîndar bûne.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê diyar kir, li Xezzeyê nêzî 50 hezar jinên ducanî hene û xizmetên tenduristiyê wek pêwîst nagihe wan.

Li hemberê jî, Artêşa Îsraîlê ragihand, hejmara Îsraîliyên ku ji aliyê Hamas û komên çekdar ên Filistînê ve hatine kuştin, 1400 kes derbas kiriye ku di nav wan de, 291 leşker hene.

Firokeyên şer ên Îsraîlê bombebarana Kerta Xezzayê didomînin, artêş jî hêzên giran li ser sînorê wê kom kiriye. Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî hişyariyê dide, li Rojhilata Navîn ketiye rewşeke metirsîdar.

Roja 7ê Cotmehê Tevgera Hemasê êrîşî ser Îsraîlê kir, hejmarek ji Îsraîliyan kuştin û hejmarek jî wek dîl revandin, piştre jî Îsraîlê êrîşeke dijwar li dijî Xezzeyê da destpêkirin.

Roja 13ê Cotmehê jî, artêşa Îsraîlê dema 24 demjimêran da Filistîniyan ku ji bakurê Xezzeyê vala bikin û berê xwe bidin başûrê Xezzeyê.