DÎSÎDER ji bo rewşa li Xezzeyê banga vemirandina agir dike

Diyarbekir (K24) – Komeleya Cîhana Kar û Pîşesazan a Diyarbekirê (DÎSÎDER) derbarê şerê Îsraîl û Filistînê de civînek çapemeniyê li dar xist û bal kêşand ku şer li ser aramî, ewlekarî û aştiyê metirsiyeke mezin peyda dike û bang li hemû aliyan kir ku kar ji bo vemirandina agir bikin.

Piştî saziyên sivîl û partiyên siyasî karsazan jî karvedan li dijî şerê Îsraîl û Filistînê nîşandan dan, di vê çarçoveyê de Komeleya Cîhana Kar û Pîşesazan a Diyarbekirê (DÎSÎDER) daxuyaniyek ji raya giştî re belav kir û bang li hemû aliyan kir ku kar ji bo vemirandina agir bikin.

Di daxuyaniyê de, Serokê DÎSÎDERê Şeyhmus Akbaş got, nayê qebûlkirin ku sivîl zirarê bibînin û bi milyonan kes ji warê xwe bibin. Herwiha bang li civaka navdewletî kir û got, divê di serî de Neteweyên Yekgirtî ji vê rewşê re bêdeng nemîne û divê zirhêzên cîhanê jî destê xwe ji Rojhilata Navîn vekêşin.

 Akbaş anî ziman ku nabe mafê jiyanê were binpêkirin û li gorî olê jî ev yek wisa ye ku her çiqas ol, netew, mezhep û ziman ji hev cuda bin jî, rengê rondikên çavan wek hev e.