Sendîkaya Rojnamevanên Filistînê: 11 rojnamevan li Xezzeyê hatine kuştin

Bizav ji bo rizgarkirina qurbaniyên Xezzeyê tê kirin - wêne: AFP
Bizav ji bo rizgarkirina qurbaniyên Xezzeyê tê kirin - wêne: AFP

Navenda Nûçeyan (K24) – Sendîkaya Rojnamevanên Filistînê amareke nû parve kiriye, û hejmara qurbaniyên rojnamevanan di aloziyên navbera Hemasê û Israîlê de di zêdebûnê de ye.

Roja Duşemê, 16ê Cotmeha 2023ê, Sendîkaya Rojnamevanên Filistînê ragehand: Ji roja yekê ya êrîşên Israîlê bo ser Kertê Xezzeyê heta îro, 11 rojnamevan hatine kuştin.

Di eynî demê de bizav ji bo agirbesta di navbera Israîlê û Bizava Hemasê de, gehandina arîkariyên mirovî ji bo Kertê Xezzeyê, û rizgarkirina biyaniyan di dergehê Refehê re berdewam in. Hejmareke zêde ya welatiyên biyanî li Kertê Xezzeyê li benda rizgarbûnê ne.

Her îro roja Duşemê, 16ê Cotmeha 2023ê, Berdevkê supayê Israîlê careke din daxwaz ji akinciyên Kertê Xezzeyê kir ku berê xwe bidin başûrê Xezzeyê, berî supayê Israîlê dest bi êrîşa bejahiyê bike.

Ji aliyekî din ve îro roja Duşemê, 16ê Cotmeha 2023ê, Bizava Hemasê ragehand ku ew şiyane bizavên Israîlê ji bo derbazbûna nav Kertê Xezzeyê pûç bikin. Balê Serbazî yê ketîbeyên Qesamê jî eşkere kir ku hêzên wan şiyane careke din balafirxaneya Bin Goriyonê ya Israîlê bidin ber moşekan.

Roja Şemiyê, 7ê Cotmeha 2023ê, balê serbazî yê Bizava Hemasê ya Filistînî li Kertê Xezzeyê zêdetirî pênc hezar moşekan avêtin deverên li jêr desthilata Israîlê û deverên Cihû lê dimînin, û têla sinorî ya navbera Kertê Xezzeyê û komelgeha Cihûyan jî birî. Li beranberî wê yekê, supayê Israîlê wekî bersivek rojane Kertê Xezzeyê bombebaran dike.

Li gor amarên medyaya Israîlê, heta seet 19:30 ê îro roja Duşemê, nêzî hezar û 400 Israîliyan ji serbaz û welatiyên sivîl hatine kuştin û nêzî du hezar û 700 kesên din jî birîndar bûne. Li beranberî wê jî, li dû amarên saxlemiyê yên Xezzeyê, di encama êrîşên Israîlê bo ser Kertê Xezzeyê de, du hezar û 808 welatiyên Filistînî hatine kuştin û zêdetirî 10 hezar kesên din jî birîndar bûne.