Bin Zaîd û Netanyahu bi tilefonî axivîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî destpêkirina şerê Israîl-Hemasê, ji bo cara yekê Serokê Îmaratê Şêx Mihemed bin Zaîd û Serokwezîrê Israîlê Benjamin Netanyahu bi tilefonê danûstandin li ser rewşa deverê kir.

Li gor ragehandina Nivîsîngeha Serokwezîrê Israîlê û rojnameya “Haaretz”ê ya Israîlî, Netanyahu ji Şêx Mihemed bin Zaîd re gotiye ku ew dê li ser nehêlana şiyanên serbazî yên Bizava Hemasê berdewam bin. Herwesa wî gotiye, ew dê hemî bizavan jî bikin ku zirarê negehînin xelkê sivîl.

Li gor wê ragehandinê, herdu aliyan li hev kiriye ku peywendiyên wan berdewam bin.

Ajansa fermî ya Îmaratê jî li ser vê peywendiya Bin Zaîd û Netanyahu amaje daye wê yekê ku Serokê Îmaratê daxwaz kiriye, tundûtîjiyê li deverê rawestînin, taybet li Kertê Xezzeyê, û xelkê sivîl jî biparêzin.

Her îro Netanyahu peywendî bi Şahê Urdunê Şah Ebdula, Serokê Misirê Ebdulfetah Sîsî û Serokê Komisyona Yekîtiya Ewropayê Ursula von der Leyen kiriye.

Roja Şemiyê, 7ê Cotmeha 2023ê, balê serbazî yê Bizava Hemasê ya Filistînî li Kertê Xezzeyê zêdetirî pênc hezar moşekan avêtin deverên li jêr desthilata Israîlê û deverên Cihû lê dimînin, û têla sinorî ya navbera Kertê Xezzeyê û komelgeha Cihûyan jî birî. Li beranberî wê yekê, supayê Israîlê wekî bersivek rojane Kertê Xezzeyê bombebaran dike.