Putin ji bo rawestandina şerê Israîl û Hemasê bizavê dike

Serokê Rûsyayê, Vladimir Putin - wêne: AFP
Serokê Rûsyayê, Vladimir Putin - wêne: AFP

Navenda Nûçeyan (K24) - Ji bo rawestandina şerê navbera Bizava Hemasê û supayê Israîlê, Vladimir Putin dest bi bizavên xwe yên diplomasî kir. Ji bo vê meremê jî, wî peywendî bi pênc aliyên deverê kiriye.

Roja Duşemê, 16ê Cotmeha 2023ê, Koçka Kirimlînê belav kir ku, serokê Rûsyayê Vladimir Putin ji bo rawestandina şerê Israîl û Bizava Hemasê, peywendî bi Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî û Serokkomarê Sûriyeyê Beşar Esed kiriye.

Koçka Kirimlînê di ragehandina xwe de amaje daye wê yekê jî ku Putin niyet heye peywendiyê bi Serokê Misirê Ebdulfetah Sîsî, Serokê Desthilatdariya Filistînê Mehmûd Ebas û Serokwezîrê Israîlê Netanyahu jî bike.

Herwesa di kombûnekê de ku Vladimir Putin û fermandeyên mezin ên hewalgirî û supayên Rûsyayê amade bûbûn, Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov tekez li ser wê yekê kiribû ku “pêşbîniya metirsiyeke mezin dikin, ger aloziyên Kertê Xezzeyê ji kontirolê derbikevin”.

Herwesa li ser serdana çaverêkirî ya Putin ji bo Çînê, Koçka Kirimlînê eşkere kiriye, vê heftiyê Putin dê li Pekînê bi Serokê Çînê Xi Jinping re kom bibe ji bo baştirkirina peywendiyên di navbera herdu welatan de. Herwesa pêşbînî tê kirin ku pirsa rûdanên Rojhelata Navîn û aloziyên Kertê Xezzeyê jî pareke din a danûstandinên wan be.

Di çarçoveya wan bizavên diplomasî de yên ku ji bo rawestandina şerê Israîl û Bizava Hemasê tên kirin, Wezîrê Derve Yê Çînê Wang Yi li roja Şemiyê, 14ê Cotmeha 2023ê, ragehand, di demeke nêzîk de Pekîn dê şandiyekê xwe yê taybet bişîne Rojhelata Navîn, bi merema navbeynkariyê di navbera Israîl û Hemasê de û bidawîanîna şer û tundûtîjiyê li deverê.

Roja Şemiyê, 7ê Cotmeha 2023ê, balê serbazî yê Bizava Hemasê ya Filistînî li Kertê Xezzeyê zêdetirî pênc hezar moşekan avêtin deverên li jêr desthilata Israîlê û deverên Cihû lê dimînin, û têla sinorî ya navbera Kertê Xezzeyê û komelgeha Cihûyan jî birî. Li beranberî wê yekê, supayê Israîlê wekî bersivek rojane Kertê Xezzeyê bombebaran dike.

Li gor amarên medyaya Israîlê, heta seet 19:30 ê êvara roja Duşemê, nêzî hezar û 400 Israîliyan ji serbaz û welatiyên sivîl hatine kuştin û nêzî du hezar û 700 kesên din jî birîndar bûne. Li beranberî wê jî, li dû amarên saxlemiyê yên Xezzeyê, di encama êrîşên Israîlê bo ser Kertê Xezzeyê de, du hezar û 808 welatiyên Filistînî hatine kuştin û zêdetirî 10 hezar û 850 kesên din jî birîndar bûne.