Dronek li Çiyayê Heybet Sultan erebeyekê dike armanc

Navenda Nûçeyan (K24) – Li çiyayê Heybet Sultan li sinorê qezaya Koyeyê, dronek erebeyekê dike armanc. Şofêrê wê erebeyê hat kuştin û sê kesên din jî birîndar bûn.

Peyamnêrê K24ê ragehand, nêzî seet 11:00ê, li Çinaroka çiyayê Heybet Sultan li Koyeyê, dronekê erebeyek kir armanc. Kuştiyek û sê birîndar hene.

Arîkarê rêveberê giştî yê tendirustiya Koyeyê, Şêrwan Celal, ji K24ê re ragehand, mêrek û sê jin di nav wê erebeyê de hebûn. Di wê êrîşê de, ew mêr ku şofêrê wê erebeyê bû hat kuştin û termê wî ji bo pizişkiya dad a Koyeyê hat veguhastin. Ew hersê jin jî bi sivikî birîndar bûn.

Li gor zanyarên K24ê, wê dronê ew erebe li ser rêya gundê Kanî Kendê li binarê Çinaroka çiyayê Heybet Sultan kiriye armanc. Swarên wê erebeyê jî xwecihên kempa Mexmûrê bûn.