Di êrîşeke li ser nexweşxaneyeke Xezzeyê de herî kêm 500 kes hatin kuştin û birîndarkirin

Navenda Nûçeyan (K24) –  Nexweşxaneyeke Xezzeyê hat bombebarankirin û di encamê de 500 kes hatin kuştin û birîndarkirin.

Berdevkê Wezareta Tenduristiyê li Xezeyê îro ragihand, di êrîşa asmanî ya Îsraîlê ya li ser Nexweşxaneya El-Muemedanî ya Kerta Xezzeyê de, herî kêm 500 kes hatin kuştin û birîndarkirin.

Wezaretê diyar kir, hewşa nexweşxaneyê hat bombebarankirin û bal kişand ku bi sedan kes di bin kavilan de mane.

Da zanîn jî, “bi sedan nexweş, birîndar û kesên ku ji ber êrîşên Îsraîlê ji malên xwe derketibûn, li nexweşxaneyê bûn.

Berdevkê Wezareta Tenduristiyê got jî, ew nikarin erkê vê êrîşê rabin, ji ber ku komkujî mezin e û tekez kir ku ti cihekî ewle li Xezzeyê ji ber êrîşên Îsraîlê nîne.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand, ji 7ê Cotmehê û vir ve ji ber êrîşa Îsraîlê ya li ser Kerta Xezzeyê hejmara kuştiyan ji 3 hezar kesan derbas bûye. Ji ber vê êrîşa îşev jî, hejmar zêdetir dibe.

Roja 7ê Cotmehê Tevgera Hemasê êrîşî ser Îsraîlê kir, hejmarek ji Îsraîliyan kuştin û hejmarek jî wek dîl revandin, piştre jî Îsraîlê êrîşeke dijwar li dijî Xezzeyê da destpêkirin.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ragihandibû, bombebarana Îsraîlê ya li ser Xezzeyê “tenê destpêka” bersiva welatê wî ji êrîşên Hemasê re ye.