Biden li wê bawerê ye ku Hemasê nexweşxaneya Xezzeyê bombebaran kiriye

Kombûna Biden û Netanyahu - wêne: Evan Vucci/AP
Kombûna Biden û Netanyahu - wêne: Evan Vucci/AP

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê dûr dibîne ku Israîlê nexweşxaneya Xezzeyê bombebaran kiribe. Ew amajeyê dide wê yekê, “ez li wê bawerê me ku aliyê din (Hemas) dest di wê êrîşê de heye”. Netanyahu dibêje, “divê cîhan li ser rûbirûbûna Hemasê hevgirtî be”.

Sibeha îro roja Çarşemê, 18ê Cotmeha 2023ê, Serokê Wîlayetên Yekgirtî yên amerîkayê Joe Biden gehişt Televîna paytexta Israîlê û ji aliyê Serokwezîrê wî welatî Benjamin Netanyahu ve pêşwazî lê hat kirin. Paştir herdu aliyan konfiranseke rojnmaevanî ya hevpar kir.

Serokwezîrê Israîlê di wê konfiransa rojnamevanî de spasiya serdana Serokê Amerîkayê ji bo Televîvê kir û ji wî re got, “Serdana we serdana yekê ya serokekê Amerîkayê ji bo Israîlê di dema şerî de ye.

Benjamin Netanyahu pêdivî dibîne ku “cîhan li ser rûbirûbûna Hemasê hevgirtî be”. Wî amaje da, “astê hevkariya me ya îro bi Amerîkayê re bêwêne ye. Em dizanin Amerîka û Serok Biden hevparên îradeya me ne ji bo vegerandina wan welatiyên ji aliyê Hemasê ve hatine revandin”.

Her di wê konfiransa rojnamevanî ya hevpar de, Serokê Amerîkayê ron kir, serdana wî ji bo Televîvê bi wê meremê ye ku xelkê Israîlê û cîhanê bizane ew bi Israîlê re ne. Herwesa wî xwest piştrast bibe ku Israîlê ew tişt hene ku ji bo rûbirûbûna Hemasê pêdivî ne”.

Sêşemê bi şev, 17ê Cotmeha 2023ê, Wezareta Tendirustî ya Filistînê belav kir, ji encamê bombebarankirna nexweşxaneya Memedaniyê li Kertê Xezzeyê ji aliyê supayê Israîlê ve, bi kêmî ve 500 kes hatine kuştin û zêdetirî 400 kesên din jî birîndar bûne.

Lê paştir Hêza Bergiriyê ya Israîlê di ragehandinekê de amaje da wê yekê, ew xelkê li nexweşxaneya Memedaniyê ji encamê moşekeke komên cîhadî yên Îslamî ve hatine kuştin, herwesa wî red kir ku Israîlê dest di wê êrîşê de hebe.

Serokê Amerîkayê tekez li ser wê yekê kir ku komên çekdar ên ser bi Bizava Hemasê ve nûnerîtiya gelê Filistînê nakin. Li ser êrîşa şeva borî li ser nexweşxaneya Xezzeyê jî, got: “Ew peqîna şeva borî li nexweşxaneya Memedaniyê li Xezzeyê qewimî ez dilgiran û tûre kirim. Ez li wê bawerê me ku aliyê din (Hemas) dest di wê êîrşê de heye ne ku supayê Israîlê”.

Li ser êrîşa 7ê Cotmehê ya komên çekdar ên ser bi Hemasê ve bo ser Israîlê, Serokê Amerîkayê nîgeraniya xwe ji bo wê hejmara zêde ya xelkê sivîl diyar kir û got, “Hemasê kiryarên hovane li Israîlê kirine”.