Amerîkayê biryara Encûmena Asayişê ya derbarê agirbestekê li Xezzeyê veto kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Amerîka veto di Encûmena Asayişa ya Navdewletî de li dijî biryarnameyekê ku banga agirbesteke mirovahî di navbera Îsraîl û Hemas de dike, bikar anî.

Encûmena Asayişa ya Navdewletî îro 18ê Cotmehê ji bo gotûbêjkirina şerê di navbera Hemas û artêşa Îsraîlê de û rewşa li Xezzeyê de civiya. Amerîkayê biryara Encûmena Asayişê ya derbarê agirbesta li Xezeyê de veto kir.

Ji 15 welatên endam, 12 welatên endam dengê erê dan projebiryarê, Brîtanya û Rûsya deng nedan, lê Amerîka wek yek ji 5 endamên daîmî, li dijî projebiryarê derket û veto bikar anî.

Roja 7ê Cotmehê Tevgera Hemasê êrîşî ser Îsraîlê kir, hejmarek ji Îsraîliyan kuştin û hejmarek jî wek dîl revandin, piştre jî Îsraîlê êrîşeke dijwar li dijî Xezzeyê da destpêkirin.

Hefteya borî jî, artêşa Israîlê bi rengekî fermî daxwaz ji akinciyên bakurê Kertê Xezzeyê kir ku malên xwe berdin û ber bi sinorên başûr ve bar bikin.