Grûpên Çekdaran 3 kesên din li Efrînê revandin

Revandina welatiyên Efrînê
Revandina welatiyên Efrînê

Navenda Nûçeyan (K24) – Grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê yên bi artêşa Tirkiyeyê re herêma Efrînê dagîr kirine, 3 welatiyên Kurd revandin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê di raporekê de belav kir, çekdarên grûpa “Polîsa Azad” roja 15ê Cotmehê xortê bi navê Xelîl Omer Xelîl ê ji gundê Qirogolê li rêbenda bajarê Efrînê revand û heta niha çarenivîsa wî ne diyar e.

Rêxistina Mafên Mirovan da zanîn jî, çekdarên grûpa “Polîsa Sivîl” roja 13ê Cotmehê welatiyê bi navê Mihemed Hespîro li bajarê Efrînê revand û çarenivîsa wî jî heta niha ne diyar e.

Herwiha ragihand jî, çekdarên “Polîsa Azad” ji roja 10ê Cotmehê ve xortê bi navê Sîwar Hemdî li bajarê Efrînê revand û heta niha çarenivîsa wî ne diyar e.

Herêma Efrînê ji Adara 2018an ve ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve hatiye dagîrkirin û heta niha dora 9 hezar kes hatine revandin ku çarenivîsa hejmareke mezin ji wan nayê zanîn.