Brîtanya daxwaz ji welatiyên xwe dike ku ji Libnanê derkevin

Navenda Nûçeyan (K24) – Balyozxaneya Brîtanyayê li Beyrûtê ji welatiyên xwe xwast ku ji Lubnanê derkevin, ji ber ku operasyonên leşkerî li başûrê wî welatî zêde dibin.

Balyozxaneya Brîtanyayê li Beyrûtê îro Pêncşemê got: “Em ji welatiyan daxwaz dikin ku neçin hemû deverên Lubnanê. Eger hûn niha li Lubnanê ne, em ji we daxwaz dikin ku firînên bazirganî hene, niha derkevin.”

Balyozxaneyê her wiha ji welatiyên Brîtanî yên li Lubnanê ne xwest ku bi rêya lînkê, xwe li Wezareta Derve tomar bikin da ku beşdarbûna xwe piştrast bikin.

Herwiha tekez kir ku "bûyerên li Libnanê bileztir dibin, dibe ku rewş bilez û bê hişyarî xirab bibe.”

Ev hişyarî piştî wê tê, pevçûn bi topên hawanê, êrîşên asmanî û mûşekan di navbera Hizbullah û artêşa Israîlî de li ser sînorê di navbera her du welatan de berdewam in û kuştî û birîndar ji her du aliyan hatine tomarkirin.