Mesrûr Barzanî: Divê hêzên navxweyî û welatî hevdu temam bikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 19ê Cotmeha 2023an, ahenga derçûna Polîsan a Hewlêrê hat lidarxistin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di merasimê de gotarek pêşkêş kir û tekez li ser wê yekê kir ku beşeke giring ji erkê polîs û hêzên ewlekariya navxweyî, parastina asayîşê, dabînkirina aştî û aramiyê, jinavbirina tawanan û şerê tawankaran e. Ya girîngtir jî ew e, çawa bi awayekî wekhev û dadperwerane û di çarçoveya yasa, rêzgirtin û parastina mafên mirovan de, bi welatiyan re tevbigerin û çawa binpêker û tawanbaran derdixin pêşberî dadgeriyê.

Deqa gotara Serokwezîr Mesrûr Barzanî:

Ez pîrozbahiyên xwe yên germt pêşkêşî hemû derçûyên vê xuleyê dikim. Hêvîdar im ku xuleyên weha, bibib sedema zêdetir pêşdebirin, bihêzkirin û pêşxistina karînên karmendên polîsan.

Rêz û pêzanîna min a mezin bo hêzên asayîşa navxwe heye û destxweşiyê lê dikim, ji ber ked û xewnekirin, dilsozî û bikêrhatina wan, di cîbicîkirina erkên xwe ji bo aramî û asayîşa Herêma Kurdistanê. Ez bi xwe şahidê xebat û xizmetguzariyên berçav ên polîs û hêzên ewlekariya navxweyî bûm ku bi fedakarî û di şert û mercên dijwar de erkên xwe pêk tînin.

Beşeke giring ji erkê polîs û hêzên ewlekariya navxweyî, parastina asayîşê, dabînkirina aştî û aramiyê, jinavbirina tawanan û şerê tawankaran e. Ya girîngtir jî ew e, çawa bi awayekî wekhev û dadperwerane û di çarçoveya yasa, rêzgirtin û parastina mafên mirovan de, bi welatiyan re tevbigerin û çawa binpêker û tawanbaran derbixin pêşberî dadgeriyê.

Herwiha karmendên polîs ku nûnertiya desthilatdariyê, baladestiyê û serweriya yasayê dikin, divê ji welatiyan re bibin mînakeke ciwan û geş a desthilatê. Bi taybetî ji ber ku rojane ji nêzîk ve pêwendiya wan a rasterast bi xelkê re heye, divê xwe di reftara xwe de ji tundî, ezyetdan, zulm û zordariyê û hemû kiryarên neyasayî dûr bigirin. Divê welatî we wekî beşek ji xwe bibînin û her du alî hevdu temam bikin ji bo armanceke hevbeş, ew jî parastina ewlehî, aramiya welat û serûmalên welatiyan e.

Xweşbextane yek ji sedemên asayîş û aramiya Kurdistanê ku bûye destkeftek û sîmayeke geş a Herêma Kurdistanê, bo hevahengî, hevkarî û pêwendiya bihêz a di navbera gelê Kurdistanê û dezgehên ewlekarî de vedigere.

Polîs û hêzên din ên ewlekariya navxweyî, nabe bi ti awayî xemsarî û nermiyê li hember tawanbaran û hemû kesên ku dixwazin aramî û asayîşa welatê me têk bidin û jiyana welatiyan bixin metirsiyê, nîşan bidin.

Îro cîhan di pêşkeftineke bilez a teknelojyayê de ye, divê polîs û hêzên me yên ewlehiyê bi pêşkeftinan re bimeşim û di bicîanîna erkên xwe de mifayekî baş ji tenkelojyayê werbigirin, ku bi piştrastî ve hêsankariyeke zêde ji bo dezgehên peywendîdar ên navxwe dike û arîkareke baş e ji bo ku bigehin armancên xwe yên lidûçûna tawanbaran û sepandina yasayê û dabînkirina ewlehiyê û seqamgîriyê.

Di vê çarçoveyê de, korsên meşqkirinê û rahêhan û bilindkirina astê hişyarî û pîşeyî yê polîsan û tevaya hêzên navxwe karekî pêwîst û giring e û ez hêvîdar im li ser vê rêyê berdewam bin, ji bo ku bikarin bi baştirîn û hejîtirîn awa erkên xwe bi cî bînin û ewlehiyê û seqamgîriyê biparêzin.

Careke din jî ez derbazbûna we li we pîroz dikim û daxwaza serkeftinê û serfiraziyê ji we re dikim û ez piştrast im ku bi piştevaniya Xudê û hîmet û dilsozî û jêhatina we, Kurdistan dê herdem parastî be.