Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo ciwanan: Em dê hemî alavên serkeftinê ji we re dabîn bikin

Serokwezîr Mesrûr Barzanî
Serokwezîr Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di merasîmên ahenga derçûnê ya Zanîngeha Kurdistan - Hewlêrê de ragehand, em dê hemî alavan ji bo serkeftina xwendekarên derçûyî û ciwanan dabîn bikin û dê pêşwaziya hemî hizir û bizavên wan bikin.

Îro roja Pêncşemê, 19ê Cotmeha 2023ê, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di gotarekê de li nav merasîmên ahenga derçûnê ya Zanîngeha Kurdistan - Hewlêrê de pîrozbahî li xwendekarên derçûyî û kesûkar û mamostayên zannîgehê kir.

Di wê gotarê de, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê amaje da bizavên kabîneya nehê ji bo pêşxistina kertên cuda cuda yên Herêma Kurdistanê. Herwesa careke din piştevaniya hikûmetê tekez kir, ji bo hemî bizav û guhertinên ku ji bo baştirkirin û pêşxistina kertên cuda cuda tên kirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî ragehand, her kesekê hizir û karên nû hebin, em dê piştevaniya wî bikin. Ji bo wê meremê jî, wî arîkariyên kabîneya nehê bi bîr anîn û got: her kesekê di geşta me ya guhertinan de bi me re be, em dê pêşwaziya wî bikin û arîkariya wî bikin û qeran ji bo wî dabîn bikin ji bo ku karê xwe bike.

Herwesa Serokwezîr Mesrûr Barzanî ron kir, sala borî me behsa rengînkirina kertê çandinê kir, niha em di piroseyeke pêşkeftîtir de ne ji bo pîşesaziyeke pêşkeftîtir û şandina berheman. Ev yek jî karî dixwaze, ji bo parastina berheman û gehandina wan ji zeviyan bo bazarên cîhanê û karekê zêdetir ji bo pîşesazîkirina wan.

Ji aliyê aborî ve, Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje da bizavên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo dîjîtalkirina karûbarên darayî bi rêya sîstemeke bankî, hemî Herêma Kurdistanê bi aborê cîhanê re girê dide ku ev jî derfetên karê bazirganiyê zêdetir dikin.

Di eynî demê de Serokwezîrî behsa giringiya perwerdeyê û rolê ciwanan kir. Herwesa wî bizavên berdewam ên kabîneya nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo giringîdana bi perwerdeyê û bilindkirina ast û pişkdariyên ciwanan tekez kir û ragehand, Herêma Kurdistanê dê bibe cihekî pir zanist û zanîn û dê bi rêya hizir û dahênanên ciwanên xwe ji bo rûbirûbûna guhertinên seqayî û ewlehiya xwarinan û hejariyê amade be, herwesa dê weberhênanê di teknelojya û pêşkeftinên serdem de bike.

Ji bo piştevanîkirina ciwanan jî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî ew şîret kirin ku li ser bizavên xwe berdewam bin û got, em dê wan alavan ji bo we dabîn bikin ên ku ji bo serkeftinê pêdivî ne û em dê jîngehekê çê bikin ku tê de mifa ji şiyanên we bê wergirtin.

Li dawiya wê gotarê, Serokwezîrî şîret li derçûyan kirin û jê re got, “geriyana we wekî Kurdistanî ji vê derê dest pê dike, himbêz bikin û metirsin, lê qet ji bîr nekin ka hûn ji kî derê hatine. We hemiyan mafê wê yekê heye ku guhertinan bikin, pêşve biçin û geş bibin”.