PKKyê li çiyayê Qereçûxê xalên xwe yên serbazî dane destê supayê Îraqê

Wêneyê Çiyayê Qereçûx - erşîf
Wêneyê Çiyayê Qereçûx - erşîf

Navenda Nûçeyan (K24) – Çekdarên PKKyê xalên xwe yên serbazî li çiyayê Qereçûxê berdan û dane destê supayê Îraqê.

Îro roja Pêncşemê, 19ê Cotmeha 2023ê, li gor lidûçûneka Kurdistan24ê, PKKyê seet 4ê êvarê çekdarên xwe ji xalên serbazî yên ser çiyayê Qereçûxê, li derdora kempa Mexmûrê, vekêşan û supayê Îraqê cihên wan girtin.

Her li dû zanyaran, ew hêza çûye cihê çekdarên PKKyê firqeya 14ê ya supayê Îraqê ye û alaya Îraqê li wê deverê bilind kiriye.

Li ser hejmara wan xalên serbazî, li gor lidûçûna Kurdistan24ê, hejmara wan çar xalên serbazî û hejmereka tûnêlan e ku dikevin çiyayê Qereçûxê.

Sedema berdana baregayên PKKyê û danedesta wan ji bo supayê Îraqê ew e ku Neteweyên Yekgirtî ji Hikûmeta Îraqê re ragehandibû, ji ber hebûna çekdarên PKKyê arîkariyan ji bo xelkê kempa Mexmûrê naşînin. Herwesa ji aliyekî din jî ve berdewamiya bombebarankirina balafirên Tirkiyeyê jî sedemeka din a berdana wan xalên serbazî bû.

Li dû daxuyaniya PKKyê jî, ew çekdarên ku derdorên kempa Mexmûrê berdane ji bo çiyayê Qendîlî hatine veguhastin.