PDK hevxemiya xwe ji bo gelê Filistînê û Xezzeyê diyar dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Şandeke Nivîsîngeha Peywedniyên Derve ya PDKyê serdana konsulxaneya giştî ya dewleta Filistînê kir û hevxemiya xwe ji bo qurbaniyên gelê Filistînê nîşan da.

Berpirsê Nivîsîngeha Peywedniyên Derve ya PDKyê, Hoşyar Sîweylî, îro roja Înê, 20ê Cotmeha 2023ê, li hejmara xwe ya taybet li ser tora civakî ya Facebookê nivîsiye; “Ji bo diyarkirina dilsozî û hevxwemiyê ji bo qurbaniyên sivîl ên gelê Filistînê li Xezzeyê û taybet êrîşa li ser nexweşxaneya Memedaniyê li Xezzeyê, şandeke Nivîsîngeha Peywedniyên Derve ya PDKyê serdana konsulxaneya giştî ya dewleta Filistînê kir”.

Sîweylî herwesa nivîsiye; “Wê şandê hevxemiya PDKyê gehand konsulê Filistînê Nezmî Hizurî û bi rêya cenabê wî gehand gel û dewleta Filistînê jî, herwesa hêvî kir ku şer û alozî bidawî bên û zêdetir mezin nebin”.

Serê sibeha roja 7ê Cotmeha îsal, çekdarên Bizava Hemasê zêdetirî pênc hezar moşekan avêtin Israîlê û têla sinorî ya navbera Kertê Xezzeyê û komelgeha Cihûyan jî birî û êrîşa bejahiyê jî kir ser Israîlê. Heta niha zêdetirî hezar û 400 kesan ji serbaz û welatiyên sivîl ên Israîlê hatine kuştin û bi sedan kesên din jî birîndar bûne.

Wekî bersiv ji bo êrîşa Bizava Hemasê, supayê Israîlê jî operasiyona Şûrê Asinî ragehand. Di encamê de, heta niha zêdetirî 3500 kesan li Kertê Xezzeyê hatine kuştin ku piraniya wan jin û zarok in. Hejmara birîndaran jî ji 10 hezar kesan derbaz bûye.