Israîlê nûtirîn amara kuştî û birîndarên xwe belav kir

Jineke Israîlî xem û nîgeraniyên xwe diyar dike - wêne: AFP
Jineke Israîlî xem û nîgeraniyên xwe diyar dike - wêne: AFP

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Israîlê nûtirîn amara kuştî û birîndarên xwe belav kir.

Îro roja Înê, 20ê Cotmeha 2023ê, Wezareta Tendirustiyê ya Israîlê ragehand; ji ber şer û aloziyên navbera Hemasê û Israîlê, heta niha 1400 Israîlî hatine kuştin û 4834 kesên din jî birîndar bûne.

Serê sibeha roja 7ê Cotmeha îsal, çekdarên Bizava Hemasê zêdetirî pênc hezar moşekan avêtin Israîlê û têla sinorî ya navbera Kertê Xezzeyê û komelgeha Cihûyan birî û êrîşa bejahiyê jî kir ser Israîlê.

Wekî bersiv ji bo êrîşa Bizava Hemasê, supayê Israîlê jî operasiyona Şûrê Asinî ragehand. Di encamê de, heta niha zêdetirî 3500 kesan li Kertê Xezzeyê hatine kuştin ku piraniya wan jin û zarok in. Hejmara birîndaran jî ji 10 hezar kesan derbaz bûye.