Nûtirîn amara kuştî û birîndarên Xezeyê hat ragehandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Filistînê nûtirîn amara kuştî û birîndarên Xezeyê belav kir.

Wezareta Tendirustiyê ya Filistînê îro roja Înê, 20ê Cotmeha 2023ê, di ragehandinekê de amaje da ku hejmara kuştiyên êrîşên Israîlê bo ser Xezeyê gehişt 4137 kesan, hejmara birîndaran jî gehişt 13162 kesan.

Her îro Wezareta Tendirustiyê ya Israîlê jî ragehand ku hejmara kuştiyên wan ji ber êrîşên navbera Hemasê û Israîlê heta niha gehiştiye 1400 kesan, hejmara birîndaran jî ji 4834 kesan derbaz bûye.

Serê sibeha roja 7ê Cotmeha îsal, çekdarên Bizava Hemasê zêdetirî pênc hezar moşekan avêtin Israîlê û têla sinorî ya navbera Kertê Xezeyê û komelgeha Cihûyan birî û êrîşa bejahiyê jî kir ser Israîlê. LI beranberî wê yekê jî, Israîlê bi rêya balafir û moşekan bersiva Bizava Hemasê da.