16 karmendên Neteweyên Yekgirtî li Xezzeyê hatine kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hejmara kuştiyên karmendên Neteweyên Yekgirtî li Xezzeyê gihîşt 16 kesan.

Ajansa Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Karûbarên Koçberên Filistînê (UNRWA) duhî di daxuyaniyekê de kuştina 2 karmendên din ên UNRWA li karta Xezzeyê ragihand.

Bi vê yekê, hejmara giştî ya kuştiyên wê ajansa Neteweyên Yekbûyî ji destpêka şerê li Xezzeyê de di 7ê Cotmehê de, giheşte 16 karmendan.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin jî, li Xezseyê pêwîstî bi pêwîstiyên sereke yên wekî av, xwarin û derman heye û alîkariyên mirovî bi berdewamî û bê astengî bigihin navçeyê.

UNRWA tekez dike ku divê hemû alî li gorî yasayên mirovî yên navdewletî tevbigerin û welatiyan, jêrxaneya sivîl û saziyên Neteweyên Yekgirtî biparêzin.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê duhî Înê ragihand, ji 7ê cotmehê ve, ji ber êrîşa Îsraîlê ve, 4137 kes hatine kuştin, 13 hezar kes birîndar bûne.

Ji aliyekî din ve, Wezareta Tenduristiyê ya Îsraîlê diyar kir, di şerê navbera Hemas û Îsraîlê de 1400 Îsraîlî hatine kuştin û zêdetirî 4500 kesan jî birîndar bûne.