Li Qahîre lûtkeyek ji bo gotûbîkirina şerê li Xezzeyê tê lidarxistin

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi mebesta rawestandina şerê di navbera Îsraîl û Hemasê de, îro li ser banga Serok Ebdulfetah El-Sîsî “Lûtkeya Aştiyê ya Navdewletî li Qahîreyê” dest pê kir.

Di vê lûtkeyê de, hejmarek ji serkirdeyên welatên Erebî ji wan Iraq, Urdin, Îmarat, Behreyn, Qeter û Serokê Rêveberiya Filistînê Mehmûd Ebbas û hejmarek ji serokên hikûmetên welatên rojava yên wekî Îspanya, Yûnanistan û Îtalya beşdar dibin.

Herwiha Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî Giştî Antonio Guterres, Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî Ehmed Ebû El-Xeyt û Serokê Konseya Ewropayê Charles Michel beşdar bibin.

Li gorî medyayên Erebî, Tûnis û Cezayîr bi sedema amadebûna şandeke Israîlî, lûtke boykot dikin. Lê nehatiye gotin ku Îran dê beşdarî lûtkeyê bibe yan na.

Serokê Misirê Ebdulfetah El-Sîsî di axaftina vekirinê de got, mirovahî bi matmayî li tiştên ku li Xezzeyê diqewimin dinêre û armanckirina sivîlan şermezar kir.

Got jî: “Bidawîkirina pirsgirêka Filistînê bêyî çareseriyeke dadmend pêk nayê û nabe li ser hesabê Misirê be.”

Herwiha banga “nexşeyek rê ji bo bidawîkirina trajediya mirovî li Xezzeyê û vejandina pêvajoya aştiyê kir û tekez kir, nexşerê divê bi agirbestekê dest pê bike û bibe sedema avakirina dewleta Filistînê.”

Roja 7ê Cotmehê Tevgera Hemasê êrîşî ser Îsraîlê kir, hejmarek ji Îsraîliyan kuştin û hejmarek jî wek dîl revandin, piştre jî Îsraîlê êrîşeke dijwar li dijî Xezzeyê da destpêkirin.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê duhî Înê ragihand, ji 7ê cotmehê ve, ji ber êrîşa Îsraîlê ve, 4137 kes hatine kuştin, 13 hezar kes birîndar bûne.

Ji aliyekî din ve, Wezareta Tenduristiyê ya Îsraîlê diyar kir, di şerê navbera Hemas û Îsraîlê de 1400 Îsraîlî hatine kuştin û zêdetirî 4500 kesan jî birîndar bûne.