Viyan Dexîl: Hikûmeta Iraqê nikare hêzên biyanî ji Şengalê derbixe
Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevka Fraksyona Partiya Demokarat a Kurdistanê (PDK) rexne li hikûmeta federal digire ku hewlên cidî ji bo rizgarkirina keç û jinên Êzîdî yên revandî, nedaye.
Berdevka Fraksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê Viyan Dexîl di kongreyeke rojnamevanî de ragihand: “Iraqê heta niha alîkarî ji bo cîbicîkirina rêkeftina Şingalê nekiriye.”
Diyar kir jî: “Yek ji xalên sereke yên rêkeftinê, vekişandina hêzên biyanî ji bajêr e, lê wisa xuya dike ku hikûmeta Iraqê nikare hêzên navxwe û yên biyanî, wek PKKê ji Şingalê derxîne.”
Viyan Dexîl dibêje: “Her çend e hikûmeta Iraqê hinek xalên rêkeftina Şingalê cîbicî kirine, lê ew xal ne giring bûn. Heta ev rêkeftin were cibicîkirin, divê hemû xal bên cîbicîkirin, da ku welatî bi aramî û bê metirsî vegerin bajêr.”
Berdevkê Fraksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê da zanîn, heta niha zêdetir ji 2 hezar keç, jin û zarokên Êzîdî di destê DAIŞê de ne û çarenivîsa wan ne diyar e.
Herwiha Viyan Dexîl got: “Gilî û rexneya me Li hikûmeta Iraqê ew e ku di vê dozê de lêkolîna cidî nekiriye; anku bi riya têkiliyên dîplomatîk û agahiyên îstixbaratî bi awayekî cidî lêkolîn li ser vê mijarê nekiriye.”
Roja 9ê Cotmeha 2020an hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê bi çavdêriya Serokwezîrê berê yê Iraqê Mistefa Kazimî rêkeftina Şingalê îmze kiribûn ku ji 6 xalan pêk tê:
1. Hilbijartina qeymeqamekî nû.
2. Hikûmeta federal îdare pirsgirêkên ewlehiyê dike.
3. Erkdarkirina 2500 kes ji Şingalê û penaberên wê û avakirina hêzeke nû.
4. PKK û hemû komên pê ve girêdayî li Şingalê nemînin.
5. Divê ti endamên PKK’ê di nava hêza nû ya ewlehiyê de neyin girtin.
6. Divê Hewlêr û Bexda hevahengiyê ji bo avedankirin û birêvebirina Şingalê bikin.